Berdevkê YPG’ê: Çavên dewleta Tirk li Skenderûneke duyemîn e

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê 'Skenderûneke din' dixwaze û bi vê jî hem dixwaze dest deyne ser parçeyek ji Sûriyeyê, hem jî bi tinekirina jiyana demokratîk a li Efrînê dixwaze temenê xwe dirêj bike.

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd, têkoşîna li dijî terora DAÎŞ'ê û êrîşkariya dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê ji me re nirxand. Mehmûd bal kişande ser Bagera Cizîrê û got, "DAIŞ ne rêxistineke wiha ye ku tenê di qada leşkerî de tevdigere. Weke hişmendiyekê di nava 6 salan de bi derfetên mezin rêxistiniya xwe kiriye, çekên pêşketî bi dest xistiye, teknîkeke pêşketî şerekî gemarî kiriye û ji bo vê jî nikare were gotin ku DAIŞ tenê bi serketina Dêra Zorê têk çûye." Mehmûd wiha dom kir: ‘’Berevajî vê, hê jî xakeke diyar li Sûriyê di dest DAIŞ’ê de ye, hem li rojhilat û hem li rojavayê Firatê. DAIŞ li Sûriyê hê neqediyaye. Wê ne rast be ku mirov bibêje DAIŞ li Sûriyê qediyaye. Heke mirov wiha bifikire ev ê xizmetê ji pêvajoyê re jî neke. Ji ber ku DAIŞ hê ji hêla leşkerî ve heye. Li dijî vê şerekî mezin hewce ye. Divê hêzên navdewletî vê bibînin. Divê dinya li dijî vê terora navnetewî xwedî helwest bin.’’

LI DIJÎ DAIŞ’Ê DESTEKA KU RÛSYA BIDE PIR GIRÎN E

Mehmûd bal kişande ser rûniştina wan a bi berpirsê leşkerî yê Rûsyayê re ku beriya bi çend rojan li Dêra Zorê pêk hat û got, ‘’Di daxuyaniya hevpar de, li herêma ku ji bo ku em li dijî terora DAIŞ têbikoşe me bi Rûsan re li hev kirî, me ragihand ku DAIŞ qediyaye. Lê DAIŞ li Sûriyê hê jî heye û heta ku ev rewş berdewam be em ê li dijî wan şer bikin. Bi DYA û koalîsyona navnetewî re stratejiya me ya têkoşîna hevpar a li dijî DAIŞ’ê didome. Niha bi DYA’yê û koalîsyona navnetewî re em di wê pêvajoyê de ne ku DAIŞ’ê li Sûriyê bi temamî xilas bikin. Her wiha di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de desteka ku Rûsya bide me ji bo me pir girîng e.’’

SÛRIYEYEKE FEDERAL WÊ BIBE ÇARESERÎ

Nûrî Mehmûd bal kişande ser rizgarkirina Reqayê û got, bi rizgarkirina Reqayê re êdî DAIŞ hate ber wê rewşê ku ji hêla leşkerî ve ber bi qedandinê ve biçe û ji bo vê jî bi rêya diyalogê çareseriya krîza Sûriyê ketiye rojava civaka navnetewî û wan û niha ew gotûbêj dikin bê ka di pêvajoya piştî DAIŞ’ê de dikarin çi bikin, haziriyên vê dikin. Mehmûd wiha domand: ‘’Sûriyeyeke çawa wê were avakirin. Bersiva vê pirsê girîng e. Li Bakurê Sûriyê pergaleke federal heye. Em bawer dikin ku Sûriyeyeke federal û yekbûyî wê çareseriyê ji hemû komên etnîk û baweriyê re bîne. Ji bo ku çareseriyeke wiha mirov derxîne holê divê bi taybetî li dijî hişmendiya ku DAIŞ’ê ava kiriye şerekî mezin were kirin û her wiha divê hevalbendiyek were avakirin. DAIŞ’ê li Sûriyê hêzên xwe ava kirine, civaka navnetewî divê vê rastiyê bibîne.

Mehmûd bi domdarî got, DAIŞ ji hêla leşkerî ve were xilaskirin jî astengiyên li pêş çareseriya krîza Sûriyê ranabin,piştî ku DAIŞ ji hêla leşkerî ve hate qedandin jî bi rengekî dî wê rêxistiniya xwe bike û hin hêzên herêmî jî destekê didine vê, naxwazin ku li Sûriyê çareseriyeke demokratîk pêk were, weke mînak jî Tirkiye û hêzên statûkoparêz nîşan da. Mehdmûd wiha pê de çû: ‘’Piştî ku DAIŞ qediya dixwazin ku li Sûriyê statûkoya berê vegere, şoreşa li vir bûyî dixwazin rabe. Divê hemû dinya vê rastiyê bibîne, şoreşa demokrasiyê û azadiyê didome. Çareserî jî ew e ku Sûriyeyeke federal, demokratîk û yekbûyî were avakirin.

‘JI ERDOGAN WEYE KU LI ROJHILATA NAVÎN PERGALA WAN WÊ BI SER BIKEVE’

Mehmûd li ser gefên Tirkiyê ya bi pêşengiya Erdogan, a li ser Efrînê jî got Erdogan û partiya wî salên pêşîn bi wê îdîayê bûn ku li Rojhilata Navîn bibin alternatîf, bawer dikirin ku pergala ku wan ava kirî wê serwer bibe, modêla ku wan pêşxistin hate xwestin ku li Misrê û Tûnisê were avakirin ji bo vê jî ji destpêkê ve li dijî ‘bihara gelan’ bûn û pêvajoya bi ‘Bihara Ereb’ bi nav kiribûn, ji destpêkê ve li dijî ‘bihara gelan’ a li Rojava û Bakurê Sûriyê bûn.

Mehmûd bi domdarî gotina Erdogan, ‘’Kobanê ti nemaye ku bi bikeve’ bi bîr xist û bi vê nîşan da ku ew li pişt êrîşên li ser Kobanê ye.

Berdevkê YPG’ê Mehmûd got desthilatdariya AKP’ê xwe weke xwediyê Sûriyê didît, lê dema ku rewş ne li gorî dilê wê çû, dema ku dît li Serêkaniyê û Kobanê wê nikaribin ‘bihara gelan’ bişkînin, li bara Rûsya, Îran û Sûriyê ji ya xwe hatin xwar, gelek tawîz dan; ji bo ku bikevin Cerablûs, Bab û Ezazê rêxistinên weke OSO, El Nûsra, Ehrar El Şam li Heleb, Humus, Zebedaniyê firotin û niha jî dixwazin heman tiştî li Idlibê bikin, ji bo ku êrîşê bi ser Efrînê de bînin gelek tawîzan didin. Mehmûd wiha nav de çû: ‘’Herêmên ku ketinê bi rengê dagirkeran ketinê. Pozîsyona niha ya Tirkiyê dagirkerî ye. Êrîşa bi ser Efrînê de di rastiyê de êrîşa bi ser gewherê demokrasiyê de ye, êrîşa bi ser modêla çareseriyê de ya ku ji bo kêşeyên Sûriyê derketî pêş. Ev êrîş beriya her kesî ziyanê dide êrîşkaran. Tirkiya niha ji hêla demokrasiyê ve pir hejar e.’’

AKP TÊKOŞÎNA MANÛNEMANÊ DIDE

Mehmûd diyar kir ku di hilweşandina Sûriyê de rista desthilatdariya AKP’ê zêde heye û artêşa Tirk li gorî berjewendiya desthilatdariya xwe bi kar tîne. Mehmûd wiha berdewam kir: ‘’Ev artêş li Sûrê, li Cizîrê û Nisêbînê ji bo hilweşandinê bi kar anîn. Desthilatdariya AKP’ê têkoşîna manûnemanê dide. Artêşa Tirk ku diviya gelên Tirkiyê biparasta, niha ketiye wê rewşa ku desthilatdariya AKP’ê diparêze. Hem êrîşê bi ser gelên Tirkiyê de dibe û hem jî erîşê dibe ser demokrasiya li herêmê bi pêş ketî.’’

AKP DIXWAZE SKENDERÛNEKE DUYEMÎN ÇÊBIKE

Mehmûd diyar kir, desthilatdariya AKP’ê bi tawîzan dixwaze zemîna ku êrîşê bi ser Efrînê, Bakurê Sûriyê de bîne çêdike, bi domdarî got AKP di pêvajoya Reqayê de têk çûne, pir dixwestin ku bi kevin Reqayê lê dinyayê ev rola nedaye wan û ji bo vê jî desthilatdariya AKP’ê niha hemû derfetên gelên Tirkiyê bi kar tîne û dixwaze êrîşê bi ser Efînê de bîne. Mehmûd got: ‘’Bi dagirkirina Idlib, Bab, Eza û Cerablûsê, dixwaze Efrînê jî li vê zêde bike û bûyereke dî ya Skenderûnê an jî Qibrisê çêbike. Têkçûna xwe ya li Sûriyê dixwaze bi xemla lehengiyê veşêre. Vê jî dixwaze parçeyek xaka welatekî dî qut bike û li xaka Tirkiyê zêde bike. Bi vî rengî difikire ku têkçûna xwe kamûfle bike. Hem dixwaze ji Sûriyê parçeyek xak qut bike û hem jî bi tinekirina jiyana demokratîk a li Efrînê dixwaze temenê xwe dirêj bike.’’

DIXWAZIN STATÛKOYA BERÊ BÎNIN

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd got hevdîtinên Astana pûç derketine, li gorî peymanê diviya Tirkiye bi rengê ‘hêza çavdêr’ biçûya Idlibê lê bi tang û topan ew herêm dagir kiriye, Rûsya, Îran û Sûriye bi kar aniye û niha li Idlib, Ezaê pergala dewleta Tirk hatiye avakirin,alaya Tirk li ba dibe. Mehmûd wiha domad: ‘’Ew herêm ji hêla qeymeqamên Tirkan ve têne rêvebirin. Tiştên ku li Idlibê dibin li dijî daxwazên hemû hêzên herêmê ne. Lê statûkoyên herêmê; Îran, Tirkiye dixwazin serkeftina pergala demokratîk a li Bakurê Sûriyê asteng bikin û statûkoya berê bînin.’

TÊKOŞÎNA HEVPAR A LI DIJÎ DAÎŞ'Ê DEWAM DIKE

Mehmûd anî ziman ku têkoşîna wan a hevpar a li dijî DAÎŞ'ê dewam dike û got, "Heta ku DAIŞ biqede, têkiliya me ya bi hevkarên me re wê bidome. Ev yek pêvajoyeke ku eleqeya xwe bi ewlekariya navxweyî ya Sûriyeyê heye. Mînak; li Reqa, Hesekê, Kobanê û gelek herêmên din eniyeke şer a yekser li dijî DAÎŞ'ê nemaye. Niha tenê li hin herêmên çolê yên li ser sînorê Iraqê eniya şer a li dijî DAÎŞ heye. Lê belê hucreyên DAÎŞ'ê hene. lewma Pentagonê, Qesra Spî ragihand ku ji bo ewlekariya navxweyî ya li Sûriyeyê alîkariya çekan a ji bo QSD'ê tê kirin. Hem li hin herêmên li ser sînorê Iraqê ku şerê li dijî DAÎŞ'ê dewam dike, hem jî li dijî hêzên veşartî yên DAÎŞ'ê têkoşîna me ya hevpar a tevî DYA, dewam dike."

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd li ser mijara Telal Silo ev nirxandin kir:

"Telal Silo di dema dawî de mijarên madî û malbatî dikir pirsgirêk. Du zarokên wî li Tirkiykeyê dixwend. Bi qasî ku tê fêhmkirin, bûyer operasyoneke MÎT'ê ye. Bi rêya malbata wî zext li ser Telal Silo kirin û neçar hiştin ku biçe Tirkiyeyê. Ev bûyer di demeke welê de kirin ku doza Riza Zarrab a li DYA wê wextê dest pê kir. Îdîayên ku niha bi devê Telal Silo tînin rojevê, nû nînin. Dema ku çapemeniya Tirk baş bê şopandin wê were dîtin ku beriya Telal Silo jî ev îdîa dihatin kirin. Desthilatdariya Tirk bi salane van îdîayan dike. Ya ku niha dibe ev e; metnek amade kirine û bi Telal Silo dide xwendin.

DIXWAZIN LI HEMBERÎ ZARRAP, TELAL SILO BI KAR BÎNIN

Ji ber vê yekê, dewleta Tirk dixwaze şerê taybet ê li dijî şoreşa li Bakurê Sûriyeyê dimeşîne bi rêya Telal Silo ji nû ve bixin rojevê. Dixwaze DYA bixe nava rewşeke zehmet. Li dijî doza Riza Zarrap ku karên ne li rê yên desthilatdariya AKP'ê yek bi yek eşkere dibe, dixwaze Telal Silo bi kar bînin. Bi vî rengî hewl didin nîşan bidin ku desteka DYA ya ji bo QSD'ê ne rewa ye.

Ev yek di heman demê de operasyonek li dijî DYA ye. Du armancên xwe hene. Ya yekê; îdîa dikin ku li Bakurê Sûriyeyê QSD, YPG nîne, lê PKK heye. Ya duyemîn jî; hewl didin nîşan bidin ku desteka çekan ji bo PKK'ê tê kirin. Serketina YPG/YPJ, QSD, DYA û koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê tê wateya ewlekariya tevahiya cîhanê. Desthilatdariya li Tirkiyeyê dixwaze vê pûç bike. Ji ber vê yekê dixwazin Telal Silo li dijî doza Riza Zarrap a li DYA weke şantajekê bi kar bînin."