Berdevkê QSD’ê: Êrîşên li dijî rêya M4 û Til Temirê didome

Berdevkê Fermî yê QSD’ê Kîno Gabrîyel diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bênavber êrîşî rêya M4 û Til Temirê dikin.

Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîyel daxuyaniyek li ser Malpera Fermî ya QSD‘ê weşand û diyar kir ku nûçeyên têkildarî lihevkirina di navbera hêzên wan û Rûsya û Tirkiyê yên girêdayî radestkirina navçeya Til Temirê ne rast e.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

"Hinek dezgehên çapemeniyê duh (16-11-2019) nûçeyek bi navê lihevkirina di navbera Rûsya, Tirkiyê û Hêzên Sûriye Demokratîk de girêdayî bajarê Til Temirê, agirbestê li wê xetê û radestkirina rêya navdewletî ji polîsa leşkerî ya rûsî û hêzên hikumeta Sûriyê re belav kirin.

Em Hêzên Sûriyeya Demokratîk diyar dikin ku ev nûçe ne rast e. Her wiha ji raya giştî re teqez dikin ku artêşa Tirk a dagirker û komên alîgirên wê hîna bi dijwarî êrişî gundên bajarê Til Temirê dikin û heta vê kêliyê agirbestê binpê dikin."