Belgeya dermanên ku ji Tirkiyê, ji DAÎŞ'ê re çûne

ANF'ê xwe gihande belgeya ku dema şerê navxwe yê Sûriyê, dermanên ku ji Tirkiyê ji bo çeteyên mîna Ahrar Şam, El Nusra, DAÎŞ'ê re çûne.

Deweleta Tirk ji destpêkê ve ji bo ku li Sûriyê destekê bide polîtîkayên dagirkeriyê û Şoreşa Roajva tasfiye bike her cure destek da çeteyên mîna Ahrara Şam, Cebhet El Nusra, DAÎŞ'ê û hwd.

Li gorî belgeya ku ANF'ê xwe gihandiye, 7'ê Tîrmeha 2013'an ji depoyeke dermanan a navçeya Reyhali ya Hetaye, bi navê ''alîkariya ji hewceyan re'' wê demê gelek derman şandine Til Ebyad (Grê Spî) ku wê demê di destê Ahrara Şam, Nusra û DAÎŞ'ê de bû.

JI REYHANLI JI BO CÎHADÎSTÊN GRÊ SPÎ

Belgeya di dest me de ji beriya êrîşa ji Til Ebyad ya bi ser Kurdan de bi rojekê ji depoya dermanan a Reyhanli, derman hatine şandin, diyar dibe 19'ê Tîrmeya 2013'an derman hatine kargokirin. Li ser belgeyê tê nivîsîn derman li ser navê A. Alshaban an jî Aslbaban hatine şandin, kesekî bi navê Fîrdavs Ogoev pejirandiye û îmzeya du şexsan jî heye.

Dema ku mirov bala xwe dide dermanên ku hatine şandin, piranî jê ji bo ku dema emeliyatan an jî piştî emeliyatê ji bo ku êşê bikujin, dema ku birîn edeb digire, têne bikaranîn.

2012 ÇETE LI GRÊ SPÎ BÛN

Bi Şoreşa Rojava re dema ku Kurdan li herêma xwe kontrol bi dest xistin çeteyên bi desteka Tirkiyê 19'ê Îlona 2012'an ketibû Tel Ebyad, 2013'an Til Ebyad di deset çeteyên cîhadîst ên El Nusra, DAÎŞ û Ahrar Şam de bû.

Di vê pêvajoyê de Kurdên li Til Ebyad, Şehba, Minbicê ji bo ku berevaniyê li xwe bikin Cephet El Ekrad ava kiribûn û bi fermî di bin baavê OSO de bûn.

20'Ê TÎRMEHÊ ÊRÎŞ BI SER KURDAN DE ANÎBÛN

Ji ber ku piraniya  dermanên ku hatine şandin ji bo ku ji bo di emeliyatan de û piştî emeliyatan werin bikaranîn û her wiha ji ber ku beriya êrîşa çeteyan a li ser Grê Spî bi rojekê hatine şandin, ev nîşana haziriya şer e. Careke dî dertê holê ku Tirkiye di şerê dijî Kurdan de fînansor û plangerê çeteyan e.

Çeteyan 19'ê Tîrmehê ji hoparlorên mizgefetan bang li Kurdan kirin ku Grê Spî biterikînin, gef li Kurdan xwarin û piştre bi ser malên Kurdan de girtin. Çeteyan mêr kuştin û jin û zarok rehîn girtin.

YPG'ê ragihandibû di êrîşên di navbeyna 20'ê Tîrmehê û 5'ê Tebaxê de 70 kes hatine qetilkirin û 400 jin hatine revandin. Li Grê Spî bi destê çeteyên bi desteka Tirkiyê komkujî li ser Kurdan dihate kirin, paqijiya etnîk dihate kirin.