Balafirên şer yên Sûriyeyê li Îdlibê xist: 17 kes mirin

Hate ragihandin ku şevê din balafirên şer ên Sûriyeyê bombe li Îdlibê barandine û di bombebaranê de 17 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku di êrîşa şevê din a balafirên rêjîmê de li bajarokê Marşorînê li parêzgeha Îdlibê li dijî welatiyên sivîl komkujiyek pêk hat. Di di encamê de 17 welatiyên sivîl di nava wan de 3 zarok jî hene, jiyana xwe ji dest dan, 31 kes jî birîndar bûn.

Balafirên rêjîmê 3 roj beriya niha jî li dijî herêma Xanşêxûn ê li gundewarê Îdlibê 15 êrîşên hewayî pêk anîbû. Di wan êrîşan de 10 kes hatibûn kuştin.