Balafirên şer ên Sûriye/Rûs bombe li nuqteya Tirk barandin

Balafirên şer ên Sûriye/Rûs bombe li nuqteya çavdêriyê ya dewleta Tirk a li Şîr Maxar a li Îdlibê barandin.

Agahî nehate wergirtin ku li nuqteya çavdêriyê ya ku bombe lê hatin barandin ji artêşa Tirk kuştî û birîndar hene yan na. Liv û tevgera hewayî ya li herêmê didome.

Nuqteya çavdêriyê ya Tirkiyeyê ya li Morekê jî ji 20'ê Tebaxê ve ji aliyê rejîmê û Rûsyayê ve hatiye dorpêçkirin.

Hêzên rejîmê û Rûs beriya şeş rojan jî li nuqteya heyştan a Tirkiyeyê ya çavdêriyê xistibûn.

Balkêşe ku bomberdûmana vê dawiyê piştî serdana Erdogan a doh a li Moskowayê pêk hat.