Bakurê Sûriyeyê Kobanê silav kir

Bi deh hezaran welatiyên Bakurê Sûriyeyê, li Qada Şehîd Egîd hatin ba hev, Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de êrîşên dewleta Tirk hate şermezarkirin û peyama ‘em amade ne’ hate dayîn.

Bi deh hezaran welatiyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro ji bo pîrozkirina 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Kobanê hatin ba hev.

Bi deh hezaran kesên alên YPG û YPJ’ê bilind kirin, li Qada Jinê kom bûn û dest bi meşê kirin. Welatiyên heta Qada Şehîd Egîd meşiyan li vir êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê û Girê Spî şermezar kirin.

Piştre jî li Qada Şehîd Egîd 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin.

 ‘LI DIJÎ ÊRÎŞAN EM AMADE NE’

Ji Fermandarên QSD’ê Heqî Kobanê axivî û destnîşan kir ku li dijî êrîşên li ser herêmê amade ne û bibîr xist ku êrîşên dewleta Tirk vîna gel dike hedef, lê bi ser nakeve.

Hevseroka MSD’Ê Emîne Umer jî got: “Li hemû kolanên vî bajarî mîna Arîn Mîrkan hemû şervanên YPG/YPJ’ê berxwedana efsanewî kirine. Kobanê bi ser ketiye û dijminê mirovahiyê têk çûye.”

‘DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ WELATIYÊN SIVÎL DIKE’

Umer bal kişand ku dewleta Tirk bi armanca destekdayîna çeteyên DAÎŞ’ê êrîşan dike û wiha dom kir: “Di roja Kobanê ya Cîhanê de artêşa Tirk êrîşî cihê bi ewle  û sivîlan dikin hedef.”

BANG LI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ HATE KIRIN

Umer da xuyakirin Tirkiye bi şerê ku dike, zextên li ser DAÎŞ’ê kêm dike û divê hêzên navneteweyî li dijî êrîşan helwesteke zelal raber bike.

‘DIVÊ ERDOGAN Û TERORÎST BAŞ BIZANIN KU…’

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Xwerêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Abdulhamîd El-Muhbaş jî ev peyam da:

“DAÎŞ a ku dihate gotin nayê şikandin li vir hate şikandin, têkçûna çeteyan a li Kobanê destpê kirî li Daêra Zorê dewam dike.

Erdogan û terorîstên ku destek dike bila baş bizanin ku, gelê herêmê wê li dijî hovîtiya wan li ber xwe bidin. Rejîma Tirkiye dixwaze zexta li ser DAÎŞ’ê kêm bike û bala QSD’ê ya li dijî terorîstan kêm bike, êrîşan dike.”

Piştî axaftinan koma di bin sêwana Navenda Çand û Huner a Baqî Xidir de cih digire derket ser dikê. Her wiha ji aliyê Navenda Şopdarê Rojê ve jî wêneyên berxwedana Bakurê Sûriye hate pîşandan.