Bagera Cizîrê: Li gundê Cerse Şerqî 21 çete hatin kuştin

Li gundê Cerse Şerqî yê ser bi Dêra Zorê, di encama şerekî dijwar de 21 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin.

Çeteyên DAÎŞ'ê danê vê sibehê êrîş birin ser nuqteyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li gundê Cerse Şerqî ku bi 21 kîlometreyan li başûrê rojhilat ê Meyadînê ye.

Şervanên Pêngava Bagera Cizîrê bersiveke tund dan çeteyan û şerekî giran li vir dest pê kir.

Di encama vî şerî de 21 çete hatin kuştin û wesayiteke çeteyan hate rûxandin.

Gundê Cerse Şerqî roja 16'ê Kanûnê ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatibû rizgarkirin.

Piştî rizgarkirina gund çeteyên DAÎŞ'ê gelek caran êrîş birin ser nuqteyên QSD'ê yên li Cerse Şerqî, lê her carê derbên giran xwarin.