Pêngava Bagera Cizîrê: 11 çete hatin kuştin

Li Dêra Zorê çeteyên DAÎŞ’ê ku her diçe bin dikeve. DAÎŞ ji derfetên hewaya nebaş sûdê werdigire û erîşî şervanên Pêngava Bagera Cizîrê dike. Di encama êrîşan de 11 çete haitin kuştin.

Li Dêra Zorê çeteyên DAÎŞ’ê ku her diçe bin dikeve. DAÎŞ ji derfetên hewaya nebaş sûdê werdigire û erîşî şervanên Pêngava Bagera Cizîrê dike.  Çeteyên DAÎŞ’ê îro piştî nîvro êrîşî ser şervanên QSD’ê yên li gundê Hemam û Cerse Şerqî kirin.

Li gundên Hemam û Cersê Şerqî di navbera şervanên QSD û çeteyên DAÎŞ’e de şer û pêvçûnên giran didome. Di vî şerî de 11 çete hatin kuştin û 3 şervanên QSD’ê jî şehîd bûn.

Ji aliyê din ve jî îro piştî nîvro li gundê Sebahê çeteyekî DAÎŞ’ê xwe di bendeke asayîşê de teqand û di encama ve êrîşê de 2 endamên Asayîşa Dêrazorê şehîd bûn.