Bagera Cizîrê: Gundên Derwiş û Amiriye hate rizgarkirin
Şervanên QSD‘ê duh bi şev gundên Derwîş û Amiriyê ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin. Şervanan wesayîteke doçka û çekên ferdî jî desteser kirin.
Şervanên QSD‘ê duh bi şev gundên Derwîş û Amiriyê ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin. Şervanan wesayîteke doçka û çekên ferdî jî desteser kirin.
Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bejahiya başûrê Hesekê ku ji nû ve hatibû destpêkirin bi hemû hêza xwe didome.
Di çarçoveya pêngavê de şervanên QSD’ê heta niha 12 gund û gelek gundik ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Şervanên QSD‘ê yên li baskê rojava bi pêş ve diçin şevê din piştî şerekî dijwar gundên Derwîş û Amiriyê ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin.
Şêniyên gundê Derwîş bi germahî pêşwaziya şervanan kirin û kêfxweşiya xwe bi rizgarkirinê gund anîn ziman. Şerê li derdora gund didome.