Bagera Cizîrê: Gundê Cerse Şerqî jî hate rizgarkirin

Di çarçoveya Pengava Bagera Cizîre ku 98 roja berdewam dike de, şervanên QSD’ê gundê Cerse Şerqî rizgar kirin. Di şer de 42 çete hatin kuştin.

Şervanên QSD’ê di çarçoveya Bargera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina bajarê Dêra Zorê û gundewarên wê de, ev 2 roj in ku li ser Gundê Cerse Şerqî ya ku 21 km dikeve bakurê rojhilatê Meydanê operasyonek lidar xistin. Li gund di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî dijwar qewimî.

Di encama şer û pêşveçûna şervanan de gundê Cerse Şerqî bi temamî ji çeteyan hate rizgarkirin, 42 çete hatin kuştin, 2 motor û wesayîteke bombebarkirî jî hate rûxandin. Li gund rêjeyeke çek û cebilxane jî ketin destê şervanan.

Her wiha di operasyonê de şervaneke QSD’ê jî şehîd bûye.