Bagera Cizîrê: Bajarokê Siwêdanê hat rizgarkirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de her bi pêş ve diçin, bajarokê Siwêdanê ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin.

Şervanên QSD'ê ji bo rizgarkirina bajarokê Siwêdanê ku bi 25 kîlometreyan li bakurê rojhilat ê Dêra Zorê ye, ev 12 roj bûn li dijî DAÎŞ'ê şer dikirin. Di encama vî şerî de bajarok îro bi temamî ji DAÎŞ'ê hat paqijkirin.

Di şerê 12 rojan de 273 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin û 57 cenazeyên wan li naverastê man. Her wiha 4 wesayitên doçka li ser, 4 wesayitên leşkerî, wesayiteke bombebarkirî, motorsîkletek û gelek cebilxaneyên çeteyan ketin destê şervanan.