Bagera Cizîrê: 51 çete hatin kuştin
Çeteyên DAÎŞ'ê yên êrîşî çeperên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kirin, derbeke giran xwarin. Di şer de 51 çete hatin kuştin, gelek maşînên leşkerî jî hatin rûxandin.
Çeteyên DAÎŞ'ê yên êrîşî çeperên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kirin, derbeke giran xwarin. Di şer de 51 çete hatin kuştin, gelek maşînên leşkerî jî hatin rûxandin.
Çeteyên DAÎŞ'ê danê vê sibehê saet 06:30'î ji bo korîdorekê ji bajarokê Xîranîç Hecîn ê Dêra Zorê vekin, li gundê Behredanê êrîşeke berfireh kirin.
Şervanên QSD'ê bersiv dan êrîşê û şerekî dijwar dest pê kir. Di encama vî şerî de êrîşa çeteyan hate şikandin.
Di şer de 51 çete hatin kuştin, 2 wesayitên bombebarkirî, 2 wesayitên doçka li ser, 2 tîreks, hawanek û wesayiteke leşkerî ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatin rûxandin.