Bagera Cizîrê: 35 çete hatin kuştin
Di Pêngava Bagera Cizîrê de li gundê Siwêda yê li bakurê rojhilat ê Dêra Zorê 35 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin.
Di Pêngava Bagera Cizîrê de li gundê Siwêda yê li bakurê rojhilat ê Dêra Zorê 35 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin.
Pêngava Bagera Cizîrê di roja 89'an de ye. Li gundê Siwêdayê ku bi 25 kîlometreyan li bakurê rojhilat ê Dêra Zorê ye operasyona paqijkirinê dewam dike.
Di vê çarçoveyê de li vê herêmê şer di navbera hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAÎŞ'ê de derket.
Ji duh û vir ve 35 çeteyên DAÎŞ'ê di vî şerî de hatine kuştin û miqdarek ji cebilxaneyên çeteyan ketin destê şervanên QSD'ê.
Operasyona paqijkirinê hê jî didome.