Avrîn Masûm: Pênûsa Rohendayan li erdê namîne

Rohenda Xemgîn yek ji nûçegihana Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê bû û di 10’ê Adara 2018'an de di Berxwedana Serdemê ya dîrokî de tevî bavê xwe şehîd bû. Hevrêya wê Avrîn Masûm, qala Rohenda kir.

Di yekemîn salvegera şehîdbûna Rohenda de nûçegihan û rêhevala wê ya têkoşînê Avrîn Masûm a ku niha di eniya Baxozê de têkçûna DAÎŞ’ê û berxwedana şervanan dişopîne, rêhevala xwe Rohenda bi bîr anî.

Avrîn bi van gotinan qala giyan û têkoşîna Rohenda kir; “Di şexsê rêheval Rohenda de ez tevahî şehîdên ragihandina azad bi bîr tînim. Ji bo min jî şenseke pir mezin bû ku min heval Rohenda nas kir. Ji ber ku Rohenda di têkiliyên xwe yên hevaltiyê de, di karê xwe de mînak bû.”

‘EW BÛ YEK JI LEHENGA BERXWEDANA SERDEMÊ’

Nûçegihan Avrîn a ku anî ziman ku Rohenda li gel bavê xwe di eniyên herî pêş de bi lehengiyeke mezin şehîd bûn, axaftina xwe wisa domand “Şehîd Rohenda, di warê leşkerî, hunerî, rêxistinî û di warê tekoşîna jinê de gihiştibû astekê. Jixwe dengekî wê hebû ku her kes heyranî wê bû. Çi pirsgirêk heba, hema hewl dida ku sererast bikira. Bi rastî kenekî wê yê pir cuda hebû. Dema min kenê wê didît, hemû acizî û zehmetiyên min derbas dibû. Pênûsa wê pir xurt bû. Bi nîvîsên xwe girêdana xwe ya bi şehîd û Rêber Apo re nîşan dida. Her digot; ‘Pêwîst e em her hevalekê bi pênûsa xwe, bi wêne û dîmenên xwe nemir bikin, derbasî rûpelên dîrokê bikin.”

‘LI BAXOZÊ LI SER ŞOPA ROHENDA EM DIXWAZIN RASTIYAN RONÎ BIKIN’

Nûçegîhan Avrîn Masûm a ku niha di eniyên pêş ên Baxozê de têkbirina DAÎŞ’ê dişopîne, soza xwe ya şopandina rêya Rohendayan dubare kir û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir; “Bi rastî di Berxwedana Serdemê de şehîd Rohenda roleke pir girîng girte ser milê xwe. Gelek wêne û dîmenên wê bûn malê dîrokê. Wê bi objektîfa xwe, bi sedan rêhevalên şehîd bi mirovahiyê da nasîn, wê bi destê xwe wêneyên lehengên mîna Avesta, Îlan, Amargî û Barînan nemir kir. Em jî, nûçegihanên ku niha di eniya Baxozê de pêngava têkbirina DAÎŞ’ê dişopînin, em soza xwe nû dikin ku em ê bibin şopdarên Dilîşan û Rohendayan. Niha jî her dîmen û wêneyên em digirin, wan hevalan tîne bîra me, ev jî dihêle ku em zêdetir di karê xwe de xurt bibin. Ji ber encex em bi kar û xebatên serkeftî layiqî wan hevalan bin. Sonda me ji wan hevalan re ew e ku li kur dibe bila bibe, em ê bi pênûs û objektîfa xwe rastiyan ronî bikin û xebatên wan bigihînin serkeftinê. Li ser vê bingehê em di şexsê rêheval Rohenda de tevahî şehîdên Berxwedana Serdemê, şehîdên şoreşa Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.”