Avakar û qehramanê pira gelan: Bavê Leyla

Av ji kaniyê xweş e. Kaniya avê heye lê li warê berxwedanê kaniya milîtan û berxwedêran derket. Bavê Leyla, ji warê berxwedanê warê egîd û lehengan, Kobanê ye. Mirovê xwedî ziman be xwedî dîrok e û yê bê ziman be bêdîrok e.

Di şerê Kobanê de li dijî çeteyan şer kir û cihê xwe li gel pir hevalên xwe girt, di şerê Minbicê de 5 Hezîrana 2016’an di nav germahî û berxwedana şerê Minbicê de şehîd ket û bû sembola bajarê Minbicê.

Şoreşgertî ew e, di dema xapandin û derewên cîhanî de, ji bo rastiyê mirov şer bike..

Îro li Bakur û Rojhilatê Suriyê ger em dibêjin sîstemek demokratîk hatîyeava kirin di vir de pêwîst e her kes rolê Bavê Leyla bibîne.

Şoreşa Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev 9 sal in li ber xwe dide û bi pêşengtiya şoreşgeran ber bi azadiyê ve diçe. Di her welatekî de şoreşger hene lê li vir şoreşger û qehremanên ku derketin canê xwe kirin mertal ji bo ku xaka wan dagir nebe. Bavê Leyla ew kesê ku bû sembola bajarê Minbicê û dengek li cîhanê tevî da. Bavê Leyla ew bavê ku her keç xeyal dike ku bavek wê yê wisa hebe.

Leylaya piçûk, tu ew keçika bisiûd î, tu keça qehremanekî yî ku navê wî û berxwedana wî li cîhanê belav bû û bû mînak. Leyla bavê te ji tariya şevê ronahiyek ava kir, bû ronahiya Firatê, bû sembola bajarê Minbicê, Bavê Leyla bû dergeha biratiya gelan.

Wexta ku em dibêjin berxwedana Minbic ew bavê leheng tê hişê mirov. Leyla gelo tu dizanî kesê herî bisiûd tu yî, bavê te nexwest ji te re malekê ava bike, an bexçakî ji kulîlkan ava bike, bavê te xwest ji bo te û hemû gelê Sûriyê welatekî azad ava bike û canê xwe kir qûrbanî jê re.

avê Leyla ji her şoreşgerekî re bû mînak, di dilê hezaran de dijî, di dilê her şoreşgerekî de dijî, bavê Leyla sembola berxwedanê ye.

Berxwedan çi ye? Çima mirov li ber xwe dide? Dema ku mirov bavê Leyla dixwîne bersiva van pirsan dibine.

Bavê Leyla... Minbicê piştî te şerm kir ku ji xwedan tiştekî bixwaze. Ji ber ku di kesayeta te de bûn xwediyê her tiştî.

Li kîjan welatî pênç şeş netew bi hev re li dijî hin koman şer dikin û li kêleka hev û di eynî sengerê de de şehîd dikevin? Ji bilî welatê berxwedanê cihê şêr û lehenga Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Bavê Leyla lawê warê berxwedanê, lawê Kobanê ya birîndar û berxwedêr.

Gelê Sûriyê, bi dengê qêrîna Leyla yê ku li ser gora bavê xwe dibêje, ‘’Şehîd namirin, Şehîd namirin’’

ji xewa giran hişyar bû.

Di salvegera şehadeta Bavê Leyla de, 5’ê Hezîranê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li şoreşa xwe ya civakî radiwestin. Bi riehekî demokrat, wekhev hemû netew bi hevre dijîn, xewn û xeyalên Bavê Leyla pêk tên.