Avahiya nû ya Zanîngeha Kobanê hat vekirin

Zanîngeha Kobanê ya Kantona Firatê bi merasîmeke heybet û bi beşdariya mêvanan ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navenda xwe ya nû li başûrê Kobanê, vekir.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevî hemû êrîş û astengiyan jî xebatên xurtkirin û başkirina şert û mercên perwerdeyê berdewam dikin. Zanîngeha Kobanê ya Kantona Firatê bi merasîmeke heybet navenda xwe ya nû li başûrê Kobanê, vekir. Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û xwendekarên Kantona Firatê tevlî merasîma vekirina navenda nû ya Zanîngeha Kobanê bûn. Her wiha mêvan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî merasîmê bûn.

Xwendekaran bi cil û bergên Kurdî rengek bi heybet da şahiyê.

‘XEYALÊN ME BI SAYA ŞEHÎDAN PÊKTÊ’

Di şahiyê de hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim axivî. Mislim diyar kir ku bi pergala berê ew di bin sîwana dagirkeran de dijiyan û got: “Wan pergala xwe li ser nijadperestî û netewperestiyê ava kirine. Ew pergala ku em ji ziman û çanda me mehrûm kirine. Lê bi saya şehîdên me, îro ev xeyal pêk tê."

Hevserokê Hemahengî ya Zanîngehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mamoste Xelîl Elî wiha got: "Ev avahiya nû ya Zanîngeha Kobanê em pir pê kêfxweş in. Em vê avahiya zanîngehê li hemû kesên amade pîroz dikin."

GAVEK DÎROKÎ

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê Bekir Ceradê vekirina şaxê ya zanîngehê pîroz kir û got: "Em avakirina zanîngeha Kobanê li Rêber Apo, mamosteyan û şehîdên azadiyê pîroz dikim. Ev gaveke dîrokî ye."

‘JIN, JIYAN, AZADÎ’

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Peyman Eloş jî wiha axivî: "Bi vîna ‘Jin, Jiyan, Azadî` em vekirina zanîngeha Kobanê di van rojên pîroz de, bi boneya 8’ê Adarê (Roja Jinên Kedkar a Cîhanê) li Rêber Apo û şehîdên azadiyê pîroz dikin. Bi saya şehîdên azadiyê yên ku bi hesreta vê rojê bûn, em destkeftiyên wisa girîng bi dest dixin."

Di şahiyê de stran hatin gotin û diyarî li endezyaran hatin belavkirin.