Asûrî û Suryanî parastina Çemê Xabûr dike

Fermandariya Giştî ya QSD’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser gundên Asûrî û Suryaniyên li herêma Çemê Xabûrê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSD’ê ev got: "QSD’ê di bersivdana êrîşên artêşa dewleta Tirk û komên wê yên cîhadî yên li dijî herêma rojhilat-rojavayê Serêkaniyê bi taybet li herêma Xabûr ên li gundên Suryan û Aşûriyan ên li derdora bajarokê Til Temirê pêk tên de, berdewam e."

Têkildarî qonaxa parastina gundên Asûrî û Suryanî yên li Herêma Xabûrê jî, li ser daxwaza Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Asûrî-Sûryan ên li nava hêzên QSD’ê de, wê ewlekariya Çemê Xabûr ji aliyê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Suryan- Asûrî ve bê kirin.”