Asûrî û Suryanî di bin gefa Tirk de ne

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Parastina Jinên ya Bêt Nehrên ragihandin ku jiyana Asûrî û Suryaniyên li Tir Temirê dijîn di bin gefê de ne.

Berdevkê Hêzên Sûriya Deqmuratîk (QSD) Kîno Gibraêl, Berdevkê Meclisa Leşkerî a Suryanî Ebjer Yaqûb û Berdevka Hêzên Parastina Jinên Bêt Nehrên a Suryaniyan Nîşa Gewriyê civîneke çapemeniyê hevbeş, li avahiya Meclîsa Leşkerî a Suryanî ya navçeya Til Temirê lidar xistin.

Kîno Gibraêl bi zimanê Suryanî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê DAîŞ û Cebhet El-Nusrayê li dijî herêma Bakurê Sûriyê, hevpeymanên di navbera Rûsya û Amerîka û Rûsya û Tirkiyê de nirxandin.

Her wiha Berdevkê MeclÎsa Leşkerî a Suryanî Ebjer Yaqûb jî axivî û got:"Piştî ku dewleta Tirk êrişî herêma Bakurê Sûriyê kir karesatên pir mezin rû dan, bi sedan sivîl kirin hedef, şehîd û birîndar kirin. Di heman demê de zirarekî pir mezin da binesaziya herêmê. Tevî tîfaq û hevpeymanên di navbera Tirkiyê û Rûsya û Tirkiyê û Emrîkayê de ku QSD bindên tîfaqê pêk anî û li gorî agirbestê tevgeriya, lê heya niha jî dewleta Tirk agirbestê binpê dike.”

Ebjer Yaqûb bi domdarî got: “Gelê Aşûrî û Suryanî yên li kû li gundên Xabûrê ango li Til Temirê dijîn jiyana wan di xeteriyê de ye û bi sedan ji wan jî di 2015`an de di encama êrîşa DAÎŞ`ê de hatin koçberkirin û beşek ji wan hatin qetilkirin. Êrîşa dewleta Tirk niha jî qirkirina gelê Aşûrî û Suryanî dikin hedef. Em ji civaka navdewletî, Rûsya û Emerîka dixwazin ku vê êrîşî bidin sekinandin û berpirsyartî dikeve ser wan.”

Berdevka Hêzên Parastina Jinên Bêt Nehrên a Suryaniyan Nîşa Gewriyê jî got:"Li dijî gel û jinên Suryanî û Aşûrî polîtîkayên qirkirinê ji aliyê dewleta Tirk ve tên meşandin. Em komkujiya Sêfo ku di 1915`an de ji aliyê Osmaniyan ve pêk hat jibîr nekin ku di encama wê de jî zêdetirî milyon û nîvek Ermenî hatin qetilkirin.”

Nîşe Gewriyê anî ziman ku êrîşa dewleta Tirk a îro jî dixwaze heman komkujiyê pêk bîne û wiha domand: “Dijmin her jin kirine hedef û ew qetilkirin e, di Sibata 2015`an de dîsa DAÎŞ êrişî gundên Xabûr kirin û jina bi navê Wîdad Daûd û berî çend rojan de Hevrîn Xelef bi rengekî pir hov hatin qetilkirin. Em wekî Hêzên Parastina Jinên Bêt Nehrên a Suryanî em ê her di çeperên pêş de bin heta ku êrîşa dewleta Tirk bişkînin û xeteriyê li ser gelê xwe rakin."