Asûr-Suryanan damezirîna PKK’ê pîroz kir

MOB’ê bi daxuyaniyek nivîskî, salvegera 44’emîn a damezirîna PKK’ê pîroz kir û banga xwedî derketina li PKK’ê kir.

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOB) li ser navê Asûr/Suryan/Keldaniyan bi daxuyaniyek nivîskî, 27’ê Mijdarê ku salvegera 44’emîn a damezirîna PKK’ê ye, pîroz kir.

MOP’ê diyar kir ku PKK tevgereke siyasî ya bi rûmet e ku, li dijî zilma bi her awayî, bi taybetî li dijî fam û feraseta qirker, zilm, nijadperestî û faşîzma dewleta Tirk, nîvê sedsalekê ye ku li ber xwe dide.

 MOP’ê, gerîlayên şehîd bûn bi bîr anîn û îşaret bi wê yekê kir ku PKK hem li dijî dewleteke nijadperest, faşîst û qirker şer dike, hem jî di çarçoveya nirxên mirovan de bi perspektîfa xwe, hemû gelên bi hev re dijîn nêzê hevdu dike.

MOP’ê anî ziman ku PKK li Mezopotamya/Kurdistanê hêviya jiyaneke bi rûmet e û bang li gelê xwe û neteweyên din kir ku li PKK’ê xwedî derkevin.