Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê 10 sivîl revandin

Artêşa Tirk bi çeteyên xwe ve li Efrîê 10 sivîl revandin.

Êrîş û pêkanînên der mirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser gelên Efrînê bê navber dewam dike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, li gundê Ciwêq ê Efrînê yek jê jin 10 sivîl hatin revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Mihemed Qasim, Nîhad Xerîb, Bekir Wehîd, Ebdo Subhî Îsa, Idrîs Reşîd Ereb, Yehya Hisên Reşîd, Fethî Emara, Mihemed Hec Mehmûd, Henîf Îsa ve Mewlîda.

Li ser kesên hatine girtin ti agahiyek zelal nehatine girtin.