Artêşa Tirk a dagirker êrîşî Efrînê dike –NÛ BÛ

Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên bi bersivdayîna hêzên YPG’ê re pûç bû. Leşkerên Tirk mecbûr man ku bi paş ve vekişin.

Hewldana artêşa Tirk a ku dixwest êrîşî gundê Baliya yê navçeya Bilbilê ya Efrînê bike, bi bersivdana şervanên YPG û YPJ’ê hate astengkirin. Li gundê Hezwan û Zîwanê yê Şehbayê şer çêbû. Li vê derê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn. Piştî vî şerî artêşa Tirk û çeteyên wê mecbûr man ku bi paş ve vekişin.

Çeteyên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dikir îro bi otobusan ji Deriyê Sînor ê Oncupinarê yê Kilîsê ber bi Ezazê ve ketin rê.

Çete bi qasî 20 otobusan derbasî aliyê Sûriyeyê bûn.

Çeteyên girêdayî Tirkiyeyê ji bo amadekariyên êrîşên li dijî herêma Til Rifetê ji sînor hatin derbaskirin.