Artêşa Tirk û çeteyên wê 9 sivîlên din jî li Efrînê revandin

Artêşa Tirk bi çeteyên xwe ve li Efrînê 9 sivîlên din jî revandin. Têkildarî aqûbeta sivîlên hatine revandin agahî nayê girtin.

Êrîş û kiryarên der hiqûqî û mirovî yên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser gelê Efrînê bê navber dewam dike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, komên çete yên girêdayî artêşa Tirk li gundê Ereb Şêxo yê Mabatayê 4 sivîl revandin. Nehate zanîn bê ka sivîlên hatine revandin birine kûderê.

Her wiha çavkaniyan anî ziman ku komên çete li gundê Gemrok ê Şerayê jî Ebdo Henan, Hesen Şêxo, Hisên Arif û kurê keyeyê gund ê navê wî nehate zanîn revandine.

Dîsa çeteyan li navçeya Cindirêsê jî welatiyê bi navê Mihemed El-Hemok jî revandine.

Li ser aqûbeta kesên hatine revandin ti agahiyek nehatiye girtin.