Artêşa Tirk li Efrînê rêbazên DAÎŞ’ê bi kar tîne

Zilma artêşa Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê didome. Artêşa Tirk û çeteyên wê bi kirinên mîna revandina mirovan, êrîşên zayendî, rêbazên DAÎŞ’ê bi kar tîne.

Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê bi dagirkirina Efrînê re talanê dikin, mirovan direvînin, êrîşa zayendî dibin ser jinan, bi zorê wan didin zewicandin, çerşef li wan ferz kirine û bêyî ku xizmên wan li cem wan hebin nahêlin ku derkevin derve. Bi van kirinên xwe artêşa  Tirk hemû rêgezên DAÎŞ’ê bi kar tîne.

ANHA’yê bi nûçeyeke diyar kir ku li navçeya Efrînê  Mabatê bi ser malan de girtine û 110 ciwan hatine revandin. Her wiha hate gotin kesên ku revandine, êşkence jî li wan hatiye kirin.
Li navçeyê jinan li ber navenda çeteyan çalakiyeke protestoyê kirin. Jinan xwestin ku ciwan werin berdan, li ser vê, çeteyan li jinan reşand û jinek birîndar bû.

Hate gotin artêşa Tirk û çeteyên wê, ji bo ku ciwan werin berdan, serê yekî 50 hezar lîreyê Sûriyê dixwazin, ên ku pere dane hatine berdan û yên din jî girtî ne. Her wiha hate gotin li gundê Mîrkan û Kaxirê hê jî bi ser malan de digriin û mirovan direvînin.


HIN KESÊN KU HATINE REVANDIN
Ji 110 ciwanan navê 38 kesên ku hatine revandin wiha ye:
Selahdîn Mihemed, Kamîran Eskotko, Misefa Reşîd Qilindir, Hisên Îşano, Hisên Hesen Bekir, Elî Mustefa Elûş, Hisên Birîm Bekir, Şêrgil Adlo, Mihemed Elî Şêxo, Abdîn Şêxo, Welat Şêxo, Dilo Qilindir, Abdîn Umer Qile, Elî Henan Hemzîno, Hêcan Hebeş, Ebdo Muxtar, Pêşwar Mihemed Elî, Xelîl Mihemed Elî, Cîhad Yûsif Fetûma, Hisên Hisên Mişko, Ferhad Hemaço, Gîvara Zekî Ehmed, Elûto Elûto, Reşîd Mûrad Qasim, Mûrad Reşîd Qasim, Mûrad Mûrad, Nedîm Arif, Kazim Arif, Cuma Qasê, Mihemd Qasê, Mihemd Qilindir, Elî Nûrî Mihemed (Ebû Nûrî), Hemîd Mihemed Elî, Xelîl Birîm Bekir, Remzî Şabo, Kamîran Şabo, Selah Şabo ve Zihêr Şabo.