Artêşa Tirk êrişî gundê Dirdara kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi çekên giran gundê Dirdara ya Rojava bomberdûman kirin.

Ajansa Nûçeyan a ANHA’yê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê Dirdara ya li bakurê Til Temirê bomberdûman kirine.

Bomberdûman nîvrokî pêk hat û derbarê mirî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li heman gundî artêşa Tirk roja Înê li bendên artêşa Sûriyeyê dabû.