Artêşa Tirk êrîş bire ser gundê Înegil Hawa ya Zirgan
Artêşa Tirk û çeteyên wê DAÎŞ û El Nûsra bi dijwarî êrîş bire ser gundê Înegil Hawa ya girêdayî Zirgan a Serêkaniyê.
Artêşa Tirk û çeteyên wê DAÎŞ û El Nûsra bi dijwarî êrîş bire ser gundê Înegil Hawa ya girêdayî Zirgan a Serêkaniyê.
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê tevî agirbestê hê jî didome.
Di van kêliyan de artêşa Tirk û çeteyên wê DAÎŞ û El Nûsra bi dijwarî êrîşî gundê Înegil Hawa ya Zirgan a Serêkaniyê dikin.
Di çarçoveya parastina rewa de şervanê QSD’ê bersiva êrîşan da.
Li ser vê yekê şerê rû dayî bi dijwarî dewam dike.