Artêşa Tirk êrîş bir ser sivîlên li Girê Spî
Artêşa Tirk êrîş bir ser sivîlên li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê.
Artêşa Tirk êrîş bir ser sivîlên li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê.
Li gorî nûçeya ANHA'yê ku agahiyên xwe dispêre 'çavkaniyên leşkerî', leşkerên Tirk ji taxên nêzî bajarê Girê Spî (Tel Ebyad) guleyan li sivîlan direşînin.
Tê gotin ku tiştek bi kesî nehatiye, lê leşkerên Tirk hejmara xwe ya li ser sînor zêde dikin.
Ji doh bi şev û vir ve êrîş dibe ser taxên kantonê û nuqteyên Hêzên Erka Xweparastinê.