Artêşa Tirk bombe li Şehbayê barand

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şimoqa ya dikeve herêma Şehbayê topbaran kir.

Êrîş li gorî saeta herêmî saet derdorî 16:40’î pêk hat. Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş kiriye.

Piştî nîvro jî saet derdorî 14:30’î jî gundên Um El Xêr, Teîla, Micêbra Şêrabî û Dirdar ên Til Temirê hatibûn topbarankirin.

Saet derdorî 11:40’î gundê Micebra Şerabî ya dikeve bakurê rojhilatê Til Temirê jî bibû hedefa topban.

Dewleta Tirk her rojê bi awayekî sîstematîk jîngehên sivîl ên welatiyên dikevin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dikin. Ji êrîşên dagirkeriyê yên 9’ê Cotmeha 2019’an û vir ve bi sedan sivîl ji ber van êrîşan mirin û bi sed hezaran kes jî neçar man ku malên xwe biterikînin.