Artêşa Tirk bi çekên giran êrîşî gundên Girê Spî dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî gundên Girê Spî dikin.

Çavkaniyên herêmî ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, êrîş bire ser girê Kizeliyê. Li gorî saeta herêmî êrîş ji saet 21:00’an û vir ve dewam dike. Agahiyên zêdetir nehatin girtin.

Dewleta Tirk a dagirker tevahiya rojê li herêmê gelek dever dan ber bombeyan. Saet 16:30’î gundê Simoqa ya Şehbayê dan ber bombeyan.

Piştî nîvro jî saet derdorî 14:30’î jî gundên Um El Xêr, Teîla, Micêbra Şêrabî û Dirdar ên Til Temirê hatibûn topbarankirin.

Saet derdorî 11:40’î gundê Micebra Şerabî ya dikeve bakurê rojhilatê Til Temirê jî bibû hedefa topban.

Dewleta Tirk her rojê bi awayekî sîstematîk jîngehên sivîl ên welatiyên dikevin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dikin. Ji êrîşên dagirkeriyê yên 9’ê Cotmeha 2019’an û vir ve bi sedan sivîl ji ber van êrîşan mirin û bi sed hezaran kes jî neçar man ku malên xwe biterikînin.