Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Artêşa Tirk a dagirker li sînorê Girê Spî xendekan dikole

Artêşa Tirk a dagirker ku leşker û alavên leşkerî li sînorê Girê Spî kom dike, li nêzî taxa Munbetihê xendekan dikole û obusan bi cih dike.

Piştî gefên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî Til Rifat û Girê Spî, artêşa Tirk a dagirker di van 2 hefteyên dawî de li herêmên sînor çek û cebilxaneyê bi cih dike. Doh saet dora 18:20'an li ser xeta sînor xendek hatin kolandin û her wiha obus û çekên din ên giran hatin bicihkirin.

Her wiha li taxa Munbetih a Girê Spî ku nêzîkê sînor e, gel li dijî gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi çalakiyên mertalên zindî nerazîbûna xwe nîşan dide.

Gelên Kurd, Ereb, Ermen û Tirkmen ên li kantona  Girê Spî dijîn jî destnîşan dikin ku jiyaneke hevpar dimeşînin û gefên dewleta Tirk napejirînin û red dikin.