Artêşa Tirk a dagirker gundê Beradê yê dîrokî bomberdûman dike

Artêşa Tirk a dagirker gundê Beradê yê dîrokî yê Şêrewa bomberdûman dike.

Êrîşên qirker û dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê di roja 61’an de dom dike. Di van kêliyan de artêşa Tirk bi çeteyên xwe ve bombeyan li ser gundê Beradê yê Şêrewa dibarîne.

Li gundê Beradê yê dewleta Tirk û çeteyên El Qaîde êrîş dikin ser şerê dijwar lê dom dike.

Li gundê Beradê, dêrekî dîrokî ku ji demê Roman heye û gelek berhemên dîrokî lê ne. Hat ragihandin ku ji ber êrîşan dêra dîrokî ya ji demê Roman mayî hatiye hilweşandin.