Artêşa Bakurê Sûriyê tê rêxistinkirin

Fermandarê Giştî yên Hêzên Parastina Bakurê Sûriyê Siyabend Welat diyar kir ku ew weke Artêşa Bakurê Sûriyê rêxistiniya xwe dikin û ewlehiya sînor jî wê emanetî wan be.

Hêzên Parastinê 1’ê Mijdra 2014’an ava bû û li hemû Bakurê Sûriyê belav bû. Hêzên Parastinê li dijî DAIŞ’ê bi risteke girîng rabûn, di parastina sînorên Federasyona Bakurê Sûriyê de xwe kar dike ku bi rista sereke rabe. Hêzên Parastinê ku tevlî Pêngava Bagera Cizîrê bûn, bi rengê Artêşa Bakurê Sûriyê rêxistinî dibe.

Fermandarê Giştî yê Parastina Bakurê Sûriyê Siyabend Welat bersiv da pirsên ANF’ê.

Li gel ku hêzên YPG, YPJ, QSD’ê hene jî çima pêdivî bi avakirina Hêzên Parastinê hate dîtin?

Hêzên Parastinê beriya ku 1’ê Mijdara 2014’an were avakirin jî xebatên leşkerî dikir. Bi taybetî dema ku li ser Rojava êrîş çêbûn YPG, YPJ bi lehengî şer kir. Lê pêdivî bi avakirina artêşê hebû. Ji bo vê jî biryara li ser avakirian Hêzên Parastinê hate dayin. Pêvajoya ku ava bûyî ji hêla şertan ve giran bû.

Çima?

Ji ber ku li ser Rojavayê Kurdistanê ji her hêlê ve êrîşên dijmin hebûn. Ji bo avakirina artêşê derfet pir kêm bûn.

Li gel vê jî we çi kir?

Herî pêşî bi Konseya Parastinê saziya me ya Şûbeya Leşkerî hate avakirin. Bi şûbeya leşkeriyê ji bo hemû mirovên me yên ku temenê wan di navbeyna 18-30’î de teblîgat hatin şandin da ku werin leşkeriyê bikin. Li ser vê bingehê dewreya me ya pêşî dest pê kir. Her dewreya me ji 100 kesî pêk dihat. Me dewreyek li Tilbeyderê û yek jê li Gîrzîro vekir. Pêşî me goti ‘’Pêşî em bi 100 kesî dest pê bikin, bila bibe tecrûbe’ lê piştre bi sedan ciwanî serî lê da. Me kampên xwe zêde kirin. Bi taybetî li herêma Cizîrê, li Til Koçer, Debaka, Hesekê kamp me danîn.

Zêdebûna hijmarê têre dikir?

Na, pêdiviya me tenê ne hijmarî bû, pêdiviya me bi efseran hebû.

We ev arîşe çawa çareser kir?

Ji bo vê me li Amûdê Akademiya Herbê ava kir. Akademiya Herbê mezûnên xwe yên pêşîn dan. 50 fermandar mezûn bûn. Bi 120 kesî re me dîsa dest bi perwerdehiyê kir.

Bi herêma Cizîrê ve sînordar ma?

Sînor nema, me kampên xwe li Kobanê û Efrînê jî vekirin. Her wiha li Minbiç û Tebqayê jî kampên me hene. Bi Rojava re wê sînordar nemîne. Niha em li Bakurê Sûriyê û li qadên dî xebatan didin destpêkirin. Li Minbic, Reqa û Tebqa jî wê bibe. Mînak heta niha li Dêrazorê ji 600 kesî zêdetir kes perwerde dît.

Hêzên Parastinê li Bakurê Sûriyê di şerê dijî DAIŞ’ê de li rex YPG û YPJ’ê roleke girîng bi cih anî. Ji niha û pê de her wiha bi rengê hêza parastinê ya Bakurê Sûriyê, di mijara ewlehiya sînor de wê bi roleke sereke rabe.

Di vê babetê de em dizanin ku li Minbicê hin arîşe hene. Sedema vê çiye, çi dibe li wir?

Di azadkirina Minbicê de nêzî 400 hevalên me şehîd bûn, li wir berxwedaniyeke mezin hebû. Kesî bawer nedikir ku Minbic ji dest DAÎŞ’ê were rizgarkirin lê gel ji me bawer kir. Lê dema ku Parastina an jî leşkerî tê gotin leşkeriya rejîmê, pergala rejîmê bi bîra wan tê. Ji bo wiha fikirin hinek nerazîbûn çêbûn. Saziyên li wir jî di nav civakê de baş bi rola xwe ranabin.

Nekarîn tam bi hewcebûn Hêzen Parastinê bibêjin. Ji bo vê jî hin arîşe çêbûn. Beriya bi demekê di girtina dewreya me de, ya li Dibakayê ku ji 1400 leşkerî pêk dihat, hemû malbatên wan hazir bûn. Hatin, bi çavê xwe dîtn û bi leşkeran re xwarin xwarin. Vê baweriyek dida wan. Li Minbicê hin kêmasî çêbûn, em van çareser dikin û berdewam dikin.

Hûn tevlî Pêngava Bagera Cizîrê dibin. Di vê pêngavê de hûn bi kîja ristê radibin?

Hêzên me li rex YPG-YPJ’ê di şerê dijî DAIŞ’ê de bi roleke esasî radibe. Li Dêrazorê jî parastina sînor em ê bikin. Hemû hêza me ya dildar, bi daxwaza xwe hatiye vir. Li Dêrik ,Kobanê, Serêkaniyê hêza me heye.

Em dizanin ku Koalîsyona Navnetewî ya bi pêşengiya DYA’yê jî têkildarî Hêzên Parastinê xwedî projeyekê ye. Dikarî hinekî behs bikî?

Desteka teknîk û perwerdehiyê didin. Bi hev re em vî şerî didin. Şerê dijî DAIŞ’ê ber bi dawî ve diçe û em dikarin rewşa parastinê. Niha ji bo damezirîna pergala parastinê ya Bakurê Sûriyê kampên me hene. Çek didine hêzên me, ji hêla teknîk ve perwerde didin. Heta niha çawa ku me bi hev re şer kir, ji niha û pê de jî em ê bikin.

We behsa ewlehiya sînor kir. Niha li beşekî Bakurê Sûriyê dagirkeriya dewleta Tirk heye. Li ser Efrîn, Şehba, Minbicê gef heye. Li dijî van gefan û êrîşan Hêzên Parastinê wê bi çi rolê bin?

Em ê pergaleke xurt a parastinê ava bikin. Heta niha li dijî DAÎŞ’ê me şer kir û me rola xwe bi cih anî. Ji niha û pê de jî ji bo parastina sînor Hêzên Parastinê wê bibin hêza sereke.

Di şerê dijî DAÎŞ’ê de hêzên me bûne xwedî tecrûbeyeke pir girîng. Niha em tecrûbeyê dikin perwerdehî. Em bi vê mîrateya leşkerî hêzên xwe perwerde dikin da ku em bikaribin li dijî hêzên dijmin xurt bin û parastina welatê xwe bikin.

Em vekirî dibêjin; ev der ne Başûrê Kurdistanê û Kerkûk e, ku hêzên weke Heşdî Şebî wiha bi hêsanî têkevin vir. Me ji bo parastina welatê xwe bi hezaran şehîd da. Nirxên me yên herî mezin welatê me, şehîdên me gel û mirovên me ne. Mirov ji bo pereyan tevlî me nabin. Em mirovên xwe ji her hêlê ve perwerde dikin. Em tecrûbeya wan a ramanî, jiyanî û leşkerî vediguherînin mîrateyekê. Li ser Bakurê Sûriyê, ji kîjan alî ve taloke, êrîş bibe  hêzên me yên profesyonel, perwerdekirî, bi tecrûbe biçin wir û parastinê bikin.

Êdî ne Tirkiye, ne Sûriye û ne jî dewleteke dî ya cîran bi hêsanî wê nikaribe pê  li xaka me bike. Dewleta Sûriyê ji ber DAÎŞ’ê reviya. Lê li vir ên ku li dijî DAÎŞ’ê rolake sereke bi cih anîn Hêzên Parastinê, hêzên YPG-YPJ’ê bûn. Rejîm niha dîsa propagandaya hatinê dike. Bila kes ji vê bawer neke.