BI DÎMEN

‘Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Kesên ku di Pêngava Komkirina Îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan de cih girtibûn, diyar kirin ku wê îmzeyên komkirî ji saziyên navneteweyî re bên şandin û gotin: ‘’Armanca me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.’’

JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA ABDULLAH OCALAN GELEK ÎMZE HATIN KOMKIRIN

Însiyatîfa Gel a Azadiya Fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9’ê Sibatê de kampanyaya komkirina da destpêkirin û di 4’ê Nîsanê de bi rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ev kampanya bi dawî bûbû. Her wiha di 8’ê Nîsanê de jî bi daxuyaniyekê encamên pêngavê hatin parvekirin. 

Di heman çarçoveyê de Berdevkê Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ferzende Munzûr û Endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nûha Omer, li ser pêngava Komkirina Îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivîn.

Berdevkê Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ferzende Munzûr têkildarî pêngava komkirina Îmzeyan ev tişt anî ziman: “Encamên Pêngava Îmzeyan wê ji saziyên weke; Meclîsa Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa, Dadgehên Mafê Mirovan û CPT’ê re were şandin. Her wiha em van encaman ne tenê ji van saziyan re, ji hemû saziyên têkildar re dişînin.”

‘PÊNGAVÊ BI AWAYEKÎ SERKEFTÎ BERDEWAM KIR’

Ferzende da zanîn ku pêngava îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî pir berfireh hate domandin û wiha pêde çû: “Pêngava ku di 9’ê Sibatê de hate destpêkirin û di 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo de bi dawî bû xwedî wateyeke mezin e. 9’ê Sibatê tê wateya pêşîlêgirtina komplogeran. Gelê Kurd bi hemû îradeya xwe ve girêdayî vê yekê ye. Ji hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku di vê pêngavê de îmze kom kirine re dibêjim ku em ê ser bikevin.”  

‘3 MILYON 669 HEZAR Û 90 ÎMZE HATIN KOMKIRIN’

Ferzende bal kişand ser berfirehbûn û tevlîbûna zêde ya ji pêngavê re û wiha got: ‘’Di encama Pêngava Komkirina Îmzeyan a ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, bi temamî 3 milyon û 669 hezar û 90 îmze ji bajar û welatên cûda hatin komkirin. Di dawiya vê pêngavê de serkeftineke pir mezin hate bidestxistin. Em bang li Meclîsa Ewropayê û hemû saziyên din dikin ku dem hatiye ku erka xwe bi cih bînin. Rêber Abdullah Ocalan ev 26 sal in tê rehîngirtin. Mînaka vê bêqanûnîyê li tu welatên cîhanê tune ye û qanûn vê yekê qebûl nake.’’

GELEK ÎMZE HATIN KOMKIRIN

Endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nûha Omer jî destnîşan kir ku ev pêngav bi armanca komkirina 3 milyon îmzeyan hatiye destpêkirin û got: “Di vê pêngavê de ji hejmara îmzeyan ya ku me dixwest bi dest bixin, zêdetir îmze hatin komkirin. Hem pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî vê pêngavê bûn û hem jî ji hin bajarên din ên weke; Heleb, Humis û Şamê tevlîbûneke mezin pêk hat. Di heman demê de koçberên li Lubananê jî tevlî vê pêngavê bûn.”

Nûhayê da zanîn ku ev îmze wê ji Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê re werin şandin û wiha got: “Em amedekariya komîteyekê dikin ku van îmzeyan ji Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê re bişîne. Her wiha armanca me ji vê pêngavê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Ji bo ku rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî erka xwe bi cih bînin, em ê zêdetir têbikoşin.”