'Aqûbeta Erdogan jî wê mîna ya Enver û Talat paşa be'

Dîroknasê Efrînî Ebdullah Şikakî got, "Aqûbeta Erdogan jî wê mîna ya Enver û Talat paşa be."

Dîroknasê Efrînî Ebdullah Şikakî diyar kir ku dewleta Tirk di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de Ermenî kuşt û niha jî di Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de bi plana kuştina Kurdan tevdigere. Şikakî got, "Aqûbeta Erdogan jî wê mîna ya Enver û Talat paşa be."

Dewleta Osmanî bi serkêşiya Civata Îttîhat û Terakkî, 24'ê Nîsana 1915'an dest bi qirkirina Ermeniyan kir. 100 sal piştî vê qirkirinê, dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP'ê ku Neo-Osmanî ye, 24'ê Tîrmeha 2015'an bi 'Plana Çalakiyê ya Têkbirinê' dest bi êrîşên ji bo qirkirina Kurdan kir. Êrîşên ji bo qirkirinê ku sê sal in tên kirin, bi êrîşên dagirkirina Efrînê û hewldanên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Dîroknasê Efrînî Ebdullah Şikakî ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk vê carê dest bi qirkirina Kurdan kiriye, lê gelê Kurd wê li dijî qirkirinê li ber xwe bide û got, "Aqûbeta Erdogan jî wê mîna ya Enver û Talat paşa be."

'QIRKIRIN KEVNEŞOPIYA DEWLETA TIRK E'

Şikakî diyar kir ku di kevneşopiya dewleat Tirk de gelek komkujî û qirkirin li dijî gelan hatiye û got, "Dewleta Tirk beriya niha bi 103 salan li dijî xwişk û birayên me yên Ermenî dest bi pêvajoyeke komkujiyê kir. Ev yek ji bo dewlet û dîktatorên Tirk ne tiştekî nû ye. Kevneşopiya dewleta Tirk ev hezar sal in li vê erdnîgariyê gelan dikuje û qir dike. Mesela; dema li Anatoliyê Ermenî dihatin kuştin, li çiyayên Lubnanê jî paşayên Osmanî 70 hezar Ereb birçî hiştin û kuştin. Wê wextê gel diçû cem paşayê Osmanî, jê re digot, 'gelê me wê ji nêza bimire' û li ber digeriya. Lê belê paşayê Osmanî digot, 'madem mirovên li Lubnanê hê hev nexwarine, wê çaxê birçî nînin'. Mejiyê dewleta Tirk a kujer mejiyekî wiha ye."

'JI BER KU PÊ ZANIN EV AX NE YA WAN E...'

Ebdullah Şikakî diyar kir ku komkujiyên di qirkirina Ermeniyan de bi destê Talat û Enver Paşa ve hati kirin îro jî didome û got, "Beriya komkujiya Ermeniyan gelek komkujî anîn serê gelan. Pontûsî, Yewnan, Suryanî û hê bi dehan gelên Anatoliyê kuştin. Îro jî dor hatiye Kurdan." Şikakî bi dewamî got, "Di raperînên Sasos, Bedlîs, Koçgirî, Şêx Seîd, Agirî û Dersimê de bi sed hezaran mirov hatin kuştin, hatin sirgûnkirin. Tenê sedemeke van êrîşên qirkirinê û komkujiyên li dijî gelên Rojhilata Navîn heye; Ew pê zanin ku ev ax ne ya wan e û ji ber vê yekê bi rêya polîtîkayên komkujiyê hewl didin lê mayinde bibin."

HITLER BI XWE JÎ QIRKIRINA ERMENIYAN JI XWE RE KIRIBÛ MÎNAK

Şikakî destnîşan kir ku Hîtler bi xwe jî dema Yahûdî qir kir, Enver û Talat paşa ji xwe re kir mînak û got, "Qirkirina gelê Ermenî beriya Şerê Yekemîn ê Cîhanê hate kirin. Di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de Hitler dema Yahûdî dikuşt digot ku mamosteyên wî Enver û Talat paşa ne. Hitler di axaftineke xwe de vê dipirse, 'Gelo Ermenî niha tê bîra tê?' Digot ku ew komkujî hatiye jibîrkirin û komkujiya Yahûdiyan jî wê were jibîrkirin. Lê belê dîrok nîşanî me dide ku rastî ne bi vî rengî ye. Ji ber ku doza gelan ji bîr nabe."

'ÇI HAT SERÊ TALAT Û ENVER WÊ BÊ SERÊ WÎ JÎ'

Dîroknasê Efrînî Ebdullah Şikakî destnîşan kir ku Kurd bi yekîtiya xwe dikare pêşî li qirkirinê bigire û herî dawî got, "Berî Şerê Duyemîn ê Cîhanê û di dema şer de Kurd hatin kuştin. Li Bakurê Kurdistanê, li Mahabadê Kurd hatin kuştin. Îro bi awayekî fermî neyê ragihandin jî Şerê Sêyemîn ê Cîhanê diqewime. Di vî şerî de jî hedef gelê Kurd û gelên Sûriyeyê ne. Dewleta Tirk di vî şerî de bi komkujiyên ku li Çiyayê Kurmênc kir re bi rola xwe rabû. Lê weke me got, doza gelan ji bîr nabe û gelê Kurd wê tola vê hilîne. Gelê Kurd wê vê yekê ti carî qebûl neke. Aqûbeta Erdogan jî wê mîna ya Enver û Talat paşa be."