Anter Dersim bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Şoreşgerê Kurd Anter Dersim (Kazim Ergun) ku li Rojava di encama krîza dil de şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Anter Dersim ku 11'ê Mijdarê li Rojava di encama krîza dil de şehîd bû, bi merasîmekê hate veşartin.

Ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan bi hezaran kes ji bo tevlî merasîmê bibin li Qamişloyê li hev civiyan.

Endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, MSD û partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê tevlî merasîmê bûn.

Cenazeyê şehîd bi karwanekî biheybet ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve kete rê. Dayikan jî wêneyên şehîd Anter hildan.

Li goristanê bi hezeran şêniyan cenazeyê şehîd pêşwazî kir û dirûşmên “Şehîd namirin” berz kirin. Şandeyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê, MSD`ê û partiyên siyasî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hisên Ibêd sersaxî ji malbata şehîd Anter re xwest . Ibêd wiha got: "Ji bo em layiqî şehîd Anter bin, divê em tê bikoşin. Serê me û malbata wî bi şehadeta wî bilind e. Em li pêşiya têkoşerekî ku bi dehan salan li her çar parçeyên Kurdistanê tê koşiyaye, disekinin û em soza şopandina rêya wî nû dikin."

Paşê hevseroka TEV-DEM`ê Zelal Ceger hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Bi destpêkirina şoreşê li Kurdistanê Anter Dersim vegeriya welat û ji bo xizmeta welatê xwe dudilî nebû. Dev ji malbata xwe ya biçûk berda da ku di nava malbata xwe ya mezin de tê bikoşe. Ji ber wî her tim digot heke welatê mezin neyê rizgarkirin, malbata biçûk rizgar nabe."

Zelal Ceger destnîşan kir ku Anter Dersim ji kesên destpêkê ku tev li nava refên tevgera azadiyê bû, qadên Kurdistanê şahidên têkoşîna wî ne û wiha domand: "Ji bo Kurdistanê ku hatiye parçekirin û ji bo belavkirina fikrên rêber Abdullah Ocalan, tê koşiya. Ew welatparêz û şoreşger bû. Bav, bira û hevrêyê hemû malbatên ku ew nas dikir, bû."

Zelal Ceger piştrast kir ku tevî tenduristiya Anter Dersim a xirab jî wî rêya xwe didomand, gelê şoreşger bi rêxistin dikir da ku ji şer re amade be û dê heta avakirina welatekî azad û Kurdistaneke yek parçe û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dê şopdarên rêya wî bin.

Paşê endamê Meclisa Malbata Şehîdan Rêvîn Şêxmûs wesîqeya şehîd xwend û radestî Meclisa Malbatên Şehîdan kir.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Anter Dersim di nava dirûşman de spartin axê.