Amadekariyên teknîkî yên ji bo meş û mîtînga 16'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Kolnê destpê kirin.
Hevserokên KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever, Hevseroka KON-MED'ê Emîne Rûken Akça, Hevserokê FED MED NRW Ahmed Kobanê, endamên TCŞ, TekoJIN, KOMAW, siyasetmedarê Kurd Lezgîn Botan û Hozan Comerd tevlî karê amadekariyê bûn. Ji bo meş û mîtîngê dowîz, al, flama û malzemeyên cuda hatin amadekirin û ji bo tevlîbûneke xurt amadekarî tê kirin. Ji dirûşmên bêne qîrîn heta bi pankartên bêne hilgirtin, ji sîstema deng heta bi ewlekariyê xebatên teknîkî zêde bûn. Her wiha bi armanca banga ji bo tevlîbûna li meş û mîtîngê broşur û materyalên agahdarkirinê têne belavkirin. Bi rêya çapemeniyê jî banga tevlîbûnê tê kirin.
'EM Ê BI GELÊ XWE RE BIBIN YEK Û RÊBERTÎ AZAD BIKIN'
Hevserokên saziyan ên tevlî karê amadekariyê bûn bang li Kurdistaniyan û dostên wan kirin ku di mîtînga li Kolnê de bicivin.
Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut anî ziman ku demeke dirêj e ew ji bo meş û mîtîngê dixebitin û got, "Meclîsa Kolnê malovaniyê dike û hevalên me yên li vê qadê dixebitin pêşengiyê dikin. Wê bi sed hezaran kesî li vê qadê pêşwazî bikin. Li gel saziyên xwe yên li Elmanyayê, saziyên jin û ciwanan em amadekariyên teknîkî li vê derê temam dikin. Em ê vê tecrîdê bişikînin. Em ê bi gelê xwe re bibin yek û Rêberê xwe azad bikin."
'ME SILAVÊ WÎ WERGIRT, NIHA DEMA BERSIVDAYINÊ YE'
Hevserokê KCDK-E'yê Engîn Sever jî bi bîr xist ku bi mehan e amadekariyên 16'ê Mijdarê dikin û got, "Ji destpêka pêngavê û vir ve ji bo azadiya Rêber Apo karekî berfireh tê kirin. Me hinekî encam wergirt, hevdîtin bi Rêber Apo re çêbû. Me silavên Rêber Apo yên ji bo gelê me wergirt. Niha jî dem hatiye ku em bersivê bidin silava Rêber Apo. Bila dewletên komploger zanibin ku gelê Kurd 26 sal in di asta herî bilind de bi Rêberê xwe ve dilsoz e. Meclîsên me, saziyên me yên hunerê, saziyên olî, saziyên jinan li her deverê wê bi şev û roj bixebitin. Mal bi mal, qad bi qad em ê gelê xwe yê li Ewropayê bigihînin Kolnê. Bi milyonan kesî em ê bibin dengê Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd ji xwe re bikin esas."
'BILA DAGIRKER HÊZA ME BIBÎNIN'
Hevseroka KON-MED'ê Emîne Rûken Akça diyar kir ku 16'ê Mijdarê li qada Kolnê wê li gel bi sed hezaran kesî peyamê bidin cîhanê û got, "Bila dewletên dagirker hêza me bibînin."
Hevserokê FED-MED'ê Ahmed Kobanê jî bi bîr xist ku meş wê li eyaleta NRW'ê bê lidarxistin û meclîs hemû bi ruhê seferberiyê dixebitin.
Dayika Şengê bi navê KOMAW'ê axivî û anî ziman ku ew tevlî amadekariyan bûne û banga tevlîbûna meşê li Kurdistaniyan kir.
LI KOLNÊ BROŞUR Û BELAVOK HATIN BELAVKIRIN
Bi beşdariya hevserokên saziyan li Kolnê serdana dikandaran hate kirin û broşur û belavok hatin belavkirin. Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Botan got, "Em hêza xwe ya li Ewropayê bikin yek, bila cîhan dengê me bibihîze. Em bi hev re li Kolnê bin."