Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturkdogan daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Gel li dijî derbeya qeyûm a li Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê ji bo xwedî derketina li îradeya xwe, bi rengekî demokratîk nerazîbûna xwe nîşan dide. Ji roja ewilî ve hêzên ewlehiyê bi êşkenceyê mudaxileyî gel dikin. Di serdegirtinên malan de gelek welatî bi êşkenceyê hatine binçavkirin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev êşkenceya ku li gel tê kirin, bi mevuzata neteweyî û navneteweyî hatiye qedexekirin û sûcekî mirovahiyê ye û wiha hate gotin: “Helwesta êşkencekar a hêzên ewlehiyê mîna polîtîkaya qeyûm a desthilatdariyê nîşaneya dijminatiya li Kurdan e. Divê demildest welatiyên ku tenê ji ber çalakiyên protestoyî hatine binçavkirin, bên berdan û derbarê polîs û rayedarên ku sûcê êşkenceyê kirine, demildest karûbarên qanûnê bên destpêkirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew ê ji bo darizandina êşkencekaran, pêvajoyê bişopînin.