BI DÎMEN

Ciwan 4 roj in li dijî dagirkeran li ber xwe didin

Li taxên navendî yên Êlihê ciwan dadikevin qadan û bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan li dijî êrîşên polîsên Tirk li ber xwe didin.

BERXWEDANA LI DIJÎ DESTESERKIRINA ÎRADEYÊ

Piştî ku şaredariya Êlihê hate desteserkirin, berxwedana li taxan dewam dike.

Ciwanên ku li taxan rê girtin, bersiv dan êrîşa polîsan.

Ciwanên ku li gelek taxên bajêr daketin qadan, bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan bersiv dan êrîşa polîsên Tirk.

Ciwanan bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Ciwan fedaiyên Apo ne", "Qeyûm wê biçin gel wê bên" û "PKK gel e gel li vir e" berxwedana xwe dewam dikin. Liv û tevgera helîkopteran a li ser bajêr jî dewam dike.