Li Esenyûrtê nobeda li dijî darbeya qeyûm dewam dike
Nobeda li dijî desteserkirina Şaredariya Esenyûrtê berdewam dike. Destûr nehate dayîn ku ên CHP’yî bikevin avahiya şaredariyê.
Nobeda li dijî desteserkirina Şaredariya Esenyûrtê berdewam dike. Destûr nehate dayîn ku ên CHP’yî bikevin avahiya şaredariyê.
Partiya Komarê ya Gel (CHP) piştî girtina Şaredarê Esenyûrtê û desteserkirina şaredariyê ‘Nobeda Demokrasiyê’’ da destpêkirin. Nobed kete roja 5’an.
Heyeta ku ji Alîkara Serokê Giştî yê CHP’ê Gulşah Denîz Atalar, Parlamenterên CHP’ê Yuksel Mansûr Kilinç, Denîz Yavûzyilmaz û Ûmût Akdogan pêk dihat, hate ber binaya şaredariyê û xwest bikeve hundirê bînayê. Polîsên ku bînaya şaredariyê bi barîkatan dorpêç kirine, destûr neda heyetê ku bikeve bînaya şaredariyê. Heyetê li hemberî vê yekê nerazîbûnên xwe nîşan da û di navbera heyeta CHP’ê û polîsan de gengeşe derket.
Parlamenterê Zongûldakê yê CHP’ê Denîz Yavûzyilmaz li hemberî barîkata polîsan nerazîbûnên xwe nîşan dan û got:’’Ma heya hilbijartinên xwecihî wê barîkat û polîs li vir bin?’’