Komîteya Pêngava Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Brîtanyayê, amadekariyên xwe yên ji bo meşa mezin a ku wê 10'ê Mijdarê li pêşiya avahiya BBC'yê ya paytexta Brîtanya Londrayê bi dirûşma 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' bê lidarxistin, didomîne. Di çarçoveya xebatên gel ên ji aliyê hemû pêkhateyên Meclîsa Gelê Kurd ve di nava seferberiyê de hatin meşandin de, li semta Edmonton a li bakurê Londonê û li navenda bajarê Lîverpoolê stand hatin danîn. Di standan de li aliyek ji bo tevlîbûna meşa ku wê 10'ê Mijdarê bê lidar xistin hat kirin û li aliyê din jî armanca pêngavê û paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk wê çawa aştiyê li Rojhilata Navîn pêk bîne hatin vegotin.
Di çarçoveya xebatan de bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Brîtanyayê û Komîsyona Civakî malên Kurdên li bakurê Londonê hatin ziyaretkirin û girîngiya pêvajoya siyasî û pêngava navneteweyî hat vegotin Di serdanan de li ser şert û mercên giran ên tecrîdê yên li dijî Rêber Apo û rola wî ya di çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de bi hezaran belavok hatin belavkirin. Di heman demê de li bajêr stîcker û afîşên bi nivîsa "Azadî ji Rêber Apo re" li bîlboard, rawestgehên otobusan û cihên kar hatin daliqandin.
Di radyoyên xwecihî de jî ji bo çalakî û tevlîbûna meşa mezin bang hat kirin. Di çarçoveya xebatan de li ser platformên whatsapp, X’yê û înstigramê jî vîdeoyên hatine amadekirin hatin weşandin.
Di çarçoveya xebatan de endamên Meclîsa Gelê Kurd bi rêya telefonê xwe gihand bi sedan endamên xwe û roja meşê hat bibîrxistin. Di çarçoveya çalakiyan de Elewî, rêxistinên sosyalîst ên çep û komeleyên herêmî yên li Londonê jî hatin ziyaretkirin û ji bo çalakî û meşê banga tevlîbûnê hat kirin.
Navenda Civaka Kurd a Lîverpoolê jî di çarçoveya xebatên pêngavê de ji bo meşê, li kolana herî qelebalix a bajêr stand danîn, banga tevlîbûna meşê hat kirin û armanca çalakiyê ji gel re hat ravekirin. Li Lîverpoolê ji bo ku gel derbasî meşa mezin bibin otobus hatin kirê kirin û çend wesayîtên taybet hatin diyarkirin. Navenda Çandê ya Kurd a Skoçyayê ya li Edînbûrghê, planên xwe yên ji bo veguhastina hejmareke zêde ya mirovan ji bo meşê li ber BBC bi wesayîtên taybet bi dawî kir. Her wiha plansaziya ku Kurdistaniyên li bajarên weke Exeter, Brîghton û Şheffîeld jî tevlî meşê bibin tê kirin û li van bajaran amadekarî tên kirin.
Ji bo meşê xebatên teknîkî bi dawî bûne. Ji bo meşa mezin wê posterên mezin ên Rêber Apo bên amadekirin û bi sedan pankart û posterên pêngavê bên hilgirtin. Tê payîn ku sendîkavan û dostên Kurd ên siyasetmedar tevlî meşê bibin. Çav li rêye ku meş li ber Stasyona Line Pîcadîlly bi dawî bibe û li wir mîtîngek bê lidarxistin.
EM Ê DÎWARÊN ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNIN
Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Seyît Sûrûç têkildarî amadekariyan de agahî da û diyar kir ku hemû pêkhateyên wan ên rêxistinî bi dirûşma "Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî dîwarên Îmraliyê hilweşînin û Abdullah Ocalan azad bikin" xebatên xwe di nava seferberiyê de didomînin.
Sûrûç, anî ziman ku li ser bingeha amadekariyan wan bi hêzên Kurdistanî re hevdîtin kirine û got, "Di nava van de partî û rêxistinên weke Tevgera Goran, Kongra Star, Nûnertiya SDG’yê yê Brîtanya û PJAK'ê hene. Wekî din, em pêkhateyên sendîkayî yên li Brîtanyayê vedixwînin meşa xwe û em li bendê ne ku hin parlamenterên Partiya Karker beşdar bibin. Niha li gelek bajaran wesayît tên diyarkirin ji bo di 10’ê Mijdarê de girseya gel ber bi Londonê ve bibe. Bi taybetî li bakurê Londonê ku Kurdistanî bi giranî lê dijîn, jin, ciwan û tevî hevalên xebatên giştî zêdeyî deh komîte hatine avakirin û her êvarê derî bi derî digerin û pêngava azadiyê ya Rêber Apo vedibêjin û gel vedixwînin meşê.”
RÊBER APO ÎRADA GELÊ KURD E
Hevserok Sûrûç, ji bo meşa mezin a ku wê 10'ê Mijdarê roja Yekşemê saet 13:30'î li ber avahiya BBC bê lidarxistin, Kurdistanî, dostên wan û hêzên demokrasiyê yên şoreşger ên li Brîtanyayê dijîn vexwend meşê û got, “Rêber Apo îrada gelê Kurd e û rêberê siyasî ye. Di mijara çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de muzakeravanê sereke Rêber Apo ye. Em ê vê peyamê careke din hem bidin dewleta Tirk û hem jî bidin tevahiya cîhanê.”
CIWANAN JI BO MEŞÊ BANG KIRIN
Berdevkê TCŞ'ê yê Brîtanyayê Mazlûm Çewlîk ku cihê xwe di nava komîteya pêngavê de digire, anî ziman ku wan derî bi derî gerîne û gel vexwendine meşê û wiha axivî, "Em bawer dikin ku em ê tecrîdê bişikînin û bi têgihiştina ku heta Rêber Apo azad nebe wê gelên Kurd û Rojhilata Navîn azad nebin, em vê pêngavê derbasî asta bilind dikin."
Encamê TCŞ'ê Hamza Amed jî ji bo meşê banga tevlîbûnê kir û got, "Em li qadan e û bang li gelê xwe dikin ku tevlî meşa mezin bibe. Di 10'ê Mijdarê de em ê daxwaza azadiya Rêber Apo bikin û dengê xwe yê ji bo serketinê bilind bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku bi dirûşma 'Azadî wê bi ser bikeve' tevlî meşa mezin a li ber BBC bibe."
Endamên TCŞ'ê bang li hemû ciwanan kirin ku beşdarî meşê bibin.