FEDA: Em ê nehêlin êrîş li dijî nirxên Elewî û Kurdan bê kirin
FEDA’yê nerazîbûn nîşanî hedefgirtina Kurd û Elewiyan di şexsê Şêx Seîd û Seyît Riza de da û got, "Şêx Seîd û Seyît Riza Rêberên me ne, em ê rê nedin van êrîşan."
FEDA’yê nerazîbûn nîşanî hedefgirtina Kurd û Elewiyan di şexsê Şêx Seîd û Seyît Riza de da û got, "Şêx Seîd û Seyît Riza Rêberên me ne, em ê rê nedin van êrîşan."
Federasyona Demokratîk a Elewî (FEDA), derbarê êrîşên desthilatdariya AKP-MHP’ê yê faşîst û nijadperest ên li dijî saziyên Kurd û Elewiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
FEDA’yê got, "Desthilatdariya faşîst a AKP/MHP'ê û dewleta Tirk a nîjadperest ji her alî ve êrîş dikin. Dewlet ji aliyekî ve îrada Kurdan û hêzên demokrasiyê desteser dike û qeyûman tayîn dike û ji aliyê din ve jî êrîşî rêber û nirxên Elewiyan û Kurdan dike."
FEDA’yê nerazîbûn nîşanî hedefgirtina Seyît Riza û Şêx Seîd da û ev tişt hate gotin, "Hevşaredarên ku ji aliyê gelê Kurd ve hatine hilbijartin, ji wezîfeyê girtin û qeyûm tayînê cihê wan kirin, li saziyên Elewiyan û cemxane bi rêya Seroktiya Çand û Cemxanê ya Elewî qeyûm tayînkirin û êrîşên li hemberî rêberên gelan hemû encamên heman polîtîka û heman dijmintiyê ne.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku “Ev êrîşa koma çeteya bi navê Îyî Partiyê di heman demê de banga komkujiyê" û hat destnîşankirin ku gelê Kurd û Elewî nebêrêxistin û bêhêz in.
FEDA’yê di dawiyê de got, "Şêx Seîd û Seyît Riza rêberên gelê me ne. Me ne berxwedana wan a mafdar û rewa ji bîr kiriye, ne jî qirkirina li dijî wan ji bîr kiriye. Em ê êrîşên li hemberî Elewîtiyê qebûl nekin, em ê bi hemû hebûn û hêza xwe li ber van êrîşan rabin."