HEVPEYVÎN

Aloziya Tirkiye-Îsraîlê wê bandoreke çawa li Sûriye û Kurdan dike?

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku polîtîkaya berbelavbûnê ya Tirkiyeyê bi qasî Îsraîlê welatên din jî bi fikar dike.

Li Rojhilata Navîn rewşekî jeopolîtîk a nû diqewime. Aloziya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de ne tenê têkiliyên van her du welatan, bandor li ser hevsengiya li herêmê bi taybet ya Sûriyeyê dike. Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd, bersiv da pirsên me yên têkildarî planên leşkerî yên Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê, destwerdanên Îsraîlê, bandorên vê yên li ser herêmê û cihê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdan ya di vê hevkêşeyê de 

Di van demên dawî de di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de aloziyeke dîplomatîk a giran heye. Hûn wekî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê aloziyê çawa dinirxînin?    

Sûriye li Rojhilata Navîn cihekî jeopolîtîk ê girîng digire, ji ber vê yekê hêzên herêmî û cîhanî bi awayên cûda li vir hewl didin ku bi cîh bibin, berjewendiyên xwe li herêmê biparêzin û wê wekî xalek girîng a bandorkirina herêmê bi giştî bi kar bînin. Sûriye berê di navbera çend hêzên herêmî û navneteweyî de hatibû parçekirin û van hêzan ji bo pêkanîna projeyên xwe û hewldana çêkirina guhertina li herêmê li ser erdnîgariya Sûriyê kar dikirin. Lê bi hilweşîna rejîma Baasê dîmen bi temamî guherî û hevsengiya hêzan ya berê ya ku bi salan dom kiribû têk çû. Di vê de hêzên herêmî roleke girîng lîstin. Îro bi guhertinên qada meydanî û siyasî ya giştî, hêzên din ên ku li qada Suriyê xwedî bandoreke mezin in, hewil didin da ku di herêmê de, li ser erdnîgarî û siyaseta herêmê hevsengiyeke nû ferz bikin.    

Tirkiye jî yek ji van hêzan e ku hewl dide hebûn û bandora xwe ya siyasî, leşkerî û aborî li ser Sûriyê ferz bike. Her weha hewl dide ku serweriya xwe li ser Hikûmeta Sûriyê ya Demkî ava bike. Ev tevgera zêde ya Tirkiyê rasterast li ser dîtin û berjewendiyên welatên herêmê yên din dike ku yek ji van jî Îsraîl e. Îsraîl dibine ku Tirkiyê xwe di herêmê de zêde belav kiriye û vê yeke di aliye leşkerî de ji bo ewlehiya xwe wekî metirsiyekê dibine. Di demên derbas bûyî de jî hate dîtin ku çawa ji Hemas û Hizbullahê gelek derbe xwar.    

Îsraîl dixwaze Sûriye bibe dewleteke lawaz û bê hêz. Tenê bi bêçekkirina wê razî nabe, ango naxwaze li Sûriyê ti alî an jî komên leşkerî bi hêz bibin, bi taybetî Tirkiye. Ji ber ku Tirkiye alîgirê sereke yê hikûmeta Suriyê ya demkî ye û piştgirî û alîkariyê dide Îslama siyasî û Selefî. Îsraîl dibîne ku Îslama Sîyasî bi hemû şêweyên xwe xeterîyeke mezin li ser ewlehîya Îsraîlê ava dike. Ji ber vê yekê destûrê nade hebûna hêzeke birêxistinkirî û bi hêz a Îslama siyasî li Sûriyê. Her wiha welatên Ereb jî ji berfirehbûn û zêdebûna bandora komên Îslamî û her wiha Tirkiyê li Sûriyê ne razî ne.  

Tê gotin ku Tirkiye li Sûriyeyê li gel baregehên xwe yên leşkerî yên heyî, baregehên leşkerî yên nû jî ava bike. Di vê derbarê de agahiyên li ber destê we çi ne?    

Hin agahiyên teqez hene ku Tirkiye dixwaze li Sûriyê baregehên leşkerî yên nû ava bike û ev baregeh têne plankirin ku li kûrahiya Sûriyê bêne çêkirin da ku karibin li ser tevahiya erdnîgariya Sûriyê serweriyê çekin. Ev yek jî bi armanca kontrolkirina rê û projeyên aborî yên girîng ku divê Suriyê wekî dewleteke sereke tê de cih bigire tên kirin. Tirkîyê gelek pispor û amurên leşkerî şandin gelek herêmên Sûrî yên weke Humus û Tedmur. Ev ji bo amadekariya avakirina baregehên leşkerî yên bi çekên pêşketî û ji cûreyên cûda ne. Bê guman ev yek wê bibe piştgiriya leşkerî ya Tirkiyê ya ji bo wan komên bi fikrên îslamîst ku îro piraniya erdnîgariya Sûriyê kontrol dikin û ev yek li gorî bûyerên niha li herêmê pêk tên, ji aliyê navneteweyî ve nayê pejirandin.  

Îsraîlê li dijî hin herêmên ku tê îdiakirin wê Tirkiye baregehên nû yên leşkeri lê ava bike, êrîşên hewayî pêk anîn. Hûn dem û wextê van êrîşan çawa dinirxînin? Peyama ku ji Tirkiyeyê re tê dayîn çi ye?    

Armanca êrîşên leşkerî yên Îsraîlê yên beriya çend rojan li ser Sûriyê, sînordarkirina bandora Tirkiyê ya li Sûriyê ye. Tirkiye bi awayên cûda li ser zêdekirina bandora xwe ya li Sûriyê dixebite û di serî de hebûna leşkerî û ewlehiyê bi rêya peymanên ewlehî û leşkerî yên bi hikûmeta Şara re û bi ketina nav hêzên leşkerî yên Sûriyê bi rêya şêwirmendên leşkerî yên pispor re ku dê çavdêriya şekilkirina artêşê bikin.    

Tirkiyê bi awayekî bi hêz him di warê leşkerî de û him di warê ewlehî de ketiye Şamê û bi armanca ferzkirina hebûna xwe û ewlehîya wê di Sûriyê de bi awayekî zêde belav bûye. Bê guman ev gaveke bi hêz e ji bo hewldana hebûneke aborî ya bi hêz bi rêya şirket û veberhênanên Tirkiyê û destpêkirina sûdwergirtina ji îmkanên Sûriyê û ji nû ve avakirinê.    

Hebûna Tirk û zêdebûna bandora wê metirsiyeke mezin li ser herêmê bi giştî û di nav de Îsraîl çêdike ku dê destûrê nede welatên din ku li ser sînorên wê bicîh bibin û îmkanên dewlemend ên Sûriyê bi dest bixin. Îsraîlê roleke bingehîn di hilweşandina rejîma Esed de lîst piştî têkbirina hêzên Hizbullahê li Lubnanê û sînordarkirina bandora Îranê. Ji bo wê jî wê nehêle ku li şûna bandora Îranê, Tirkiyê bandora xwe zêdetir pêş bixe ku xeteriyên xwe di Rojhilatanavîn de û ji bo ewlehiya Îsraîlê ne kêmtirî ya Îranê ye.   

 Îsraîlê di demên derbasbûyî de û heya niha jî daxuyaniyên ku wê piştgiriya Kurdan bike dide. Hûn di derbarê siyaseta Îsraîlê ya di derbarê Kurdan de çi difikirin?   

Em wekî Rêveberiya Xweser û hêzên Kurdî, her hêzeke herêmî û navneteweyî ya ku ji bo aramiya Sûriyê û herêmê bixebite û ji bo bilezkirina gihîştina çareseriya siyasî li Sûriyê û pêşîgirtina riya li ber parçebûn û zêdebûna alozîyan bixebite, bi dilxweşî pêşwazî dikin.  

Aloziya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de wê bandoreke çawa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike? Bi taybetî ji aliyê hevsengiyên herêmî ve hûn rewşa xwe çawa dinirxînin?  

Aloziyên ku li Sûriyê çêdibin rasterast li ser hemû gel û herêmên Sûriyê bandor dikin û em jî di nav de ne, tevî parastina me ya herêmên xwe bi awayên cûda yên rasterast an nerasterast, lê bêaramiya li hundirê Sûriyê dê li ser ewlehî û aramiya me jî bandor bike. Em dixwazin ku divê hêzên navneteweyî yên cûda yên li Sûriyê bibin faktorek aramiyê û divê Sûriye nekin qadek ji bo safîkirina alozîyên xwe û hesabên ku xêr û bêrên herêmê li ser xwîna gelê Sûriyê bi dest bixin.   

Divê hêzên herêmî yên cûda rêzê ji bo serweriya Sûriyê bigirin û ji erdnîgariya Sûriyê vekişin û destwerdanê li karên wê yên hundirîn nekin. Gelê Sûriyê dikare di nav xwe de xalên hevpar bibîne û bi diyalogê bigihîje encamên erênî û hemû nakokiyên xwe bi diyalogê çareser bike. Ji ber vê yekê divê hêzên cîran ên Sûriyê, bi taybetî Tirkiye, destwerdanê li karûbarê hundirîn ê Sûriyê nekin, ji ber ku ev destwerdana neyînî rewşê aloztir dike û me ji çareseriyê dûr dixe û dirêj dike. Ji ber vê yekê destpêka çareseriyê li Sûriyê divê bi vekişîna leşkerî ya Tirkiyê û sînordarkirina destwerdana li karûbarê siyasî û hundirîn ên Sûriyê dest pê bike.  

Wekî Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, helwest û nêrîna we ya dîplomatîk a di derheqê aloziya Îsraîl-Tirkiye de çi ye?   

Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêzeke neteweyî ya girîng in ji bo dîtina çareseriya neteweyî ya Sûriyê. Berê û îro jî me gelek nêrîn ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya berfireh û domdar li Sûriyê pêşkêş kirine, lê hêzên ku berê Şamê kontrol dikirin û yên niha bi me re hevkariyê nekirin û nêrînên me yên ji bo çareseriyê bi ciddî negirtin. Îro hêzên siyasî û leşkerî yên ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê nûnertiya wê dike, dikarin bibin xeleka bingehîn di pêşxistina aramî û ewlehiyê li Sûriyê bi giştî. Ji ber vê yekê em bang li hêzên Sûriyê û gelen Sûriyê bi giştî dikin ku ji bo pêwîstiya lidarxistina diyalogeke neteweyî ya Sûriyê ya berfireh bixebitin, ku dê bingehek be ji bo çareseriya domdar li welat û ji bilî vê rêbazê tiştek din serkeftî nabe.  

Reqabeta di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de, wê têkiliyê wan ên bi aktorên din ên herêmê re, yên wekî Îran, Rûsya, DYE û welatên Ereban re çawa bandor dike?  

Her alozî û her nakokî li herêmê, bi taybetî di navbera Tirkiye û Îsraîlê de, dê her kesî bixe nav hewldanê ku jê sûd werbigire û li Sûriyê ji bo parastina berjewendiyên xwe li herêmê cihekî bi dest bixe. Bê guman ev hemû dê li ser hesabê gelê Sûriyê û ewlehiya wan û parastina jiyana wan be. Ev hemû dê deriyê vegerandina bêaramiyê veke û bibe sedema pêlên koçberiyê yên nû û dirêjkirina dema gihîştina çareseriya siyasî ya berfireh li welat.    

Îro bandora Rûsya ji berê kêmtir bûye, lê dibe ku ew li ser vegerandina bandora xwe li Sûriyê bixebite û vê yeke bi rêya xurtkirina têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re, kêmkirina nakokiyên xwe yên bi Amerîkayê re û dîsa bi nêzîkbûna xwe ya erênî û bi hişyarî ya li hember Şamê re dikare bike. Îran welatê herî zêde ji guhertinên li Sûriyê bandor bûye û bandora wê li Sûriyê pir kêm bûye. Îran ji derveyî çarçoveya pirsgirêka Sûriyê tevlî gelek pirsgirêkên din dibe û dê hewl bide ku her rewşek an qelsiyekê bi kar bîne da ku vegere Sûriyê. Ji ber erdnîgariya Sûriyê ji bo wî xwedî girîngiyeke stratejîk e. Di heman demê de Ewropa, bi piraniya welatên xwe, li dijî her hebûneke Îranî yê li Sûriyê ne, lê heman hişyarî ji bo zêdebûna bandora Tirkiyê jî heye û ji ber vê yekê dê hewl bidin ku berjewendiyên xwe bi rêya deriyê Amerîkî û Îsraîlî biparêzin.  

Pêşbîniyên we yên di derbarê reqabet û têkiliyên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de çi ne? Wê ev rêqabet di pêşerojê de çawa bi encam bibe?  

Rewşa li Sûriyê guherî û rejîma li Şamê guherî û vê yekê bandoreke mezin li ser tevahiya herêmê û cîhanê çêkir. Sûriye ji ber cihê xwe yê jeopolîtîk ê girîng li Rojhilata Navîn, bi awayekî mezin li ser herêm û cîhanê bandor dike.    

Heger rewşa bêaramî û kaosê li Sûriyê zêde bibe, dê bandorê li ser hemû welatên cîran û herêmê jî bike û hevsengiya hêzê ya ku berê hebû wê şiklekî nû bigire. Li vir ji bo parastina îstiqrar û ewlehiya herêmê divê li Sûriyeyê çareseriyên mayînde û domdar were dîtin.   

Rewşa alozî ya di navbera Îsraîl û Tirkiyê de dê bandoreke mezin li ser Sûriyê bike. Siyaseta Tirkiyê ya li Sûriyê ber bi gûrkirina nakokiyan ve diçe, piştî dijminatiya xwe ya li hember Kurdan û Rêveberiya Xweser û dubarekirina êrîşên îro yên li ser herêmên me û bi armanca berfirehbûna li tevahiya erdnîgariya Sûriyê, deriyekî aloziyê yê nû bi Îsraîlê re vekir. Heger Tirkiye hegomonyaya xwe bisepîne û piştgiriya xwe ya ji bo Îslama Siyasî di aliyê leşkerî û siyasî de berdewam bike, ev alozî dibe ku li erdnîgariyeke berfirehtir belav bibe. Ji ber vê yekê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û alozîyê, divê Tirkiye bi temamî û bê şert û merc ji erdnîgariya Sûriyê vekişe û destwerdanê li karûbarê hundirîn neke.    

Di dawiyê de, rastiyeke niha heye ku Rojhilata Navîn ber bi guhertinê ve diçe û cîhan li rêbaz û hêzên ku bikaribin aramiya domdar û demdirêj li herêmê pêk bînin digere. Ev bi armanca destpêkirina serdemeke pêkanîna projeyên aborî yên mezin bi piştgiriya hêzên mezin tê kirin. Ev yek dê di bin siya pêşbaziya Tirkiyê a ji bo serweriya li Rojhilata Navîn û herêma girîng a Sûriye û Iraqê û berfirehbûna ber bi Lubnanê ve çênebe. Li gorî guhertinên muhtemel ên di hevsengiya hêzên cîhanî de piştî ferzkirina rawestandina şer a muhtemel li Ukraynayê, daxwaza Tirk dê metirsiyekê li ser berjewendiyên piraniya welatên herêmî û hêzên cîhanî çêbike û bi vî awayî rê nede ku ew destwerdanê li rojhilatê Sûriyê bike.