''Şoreşa Rojava derfeta jiyana azad a hevpar ava kir'

Fermandariya Rojava a TKP-ML TÎKKO: Derfeta ku li Rojhilata Navîn mirovên ji milet û baweriyên cuda bikaribin bi wekhevî û azadî bijîn bi Şoreşa Rojava pêk hat.

Fermandariya Rojava ya  TKP-ML TÎKKO têkilî salvegera 7'an a Şoreşa Roajva daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ,''Emperyalîst û nokerên wan ji ber ku bandora Şoreşa Rojava  ya li ser Rojhilata  Navîn pir baş zanîbûn xwestin ku tarîtiya DAÎŞ'ê berbelav bikin. Di ser DAÎŞ'ê re her cure komkujî, tecawîz û hilweşandin li ser gelan pêk anîn.''

Di daxuyaniyê de berdewamî hate gotin 19'ê  Tîrmeha 2012'an, ''Ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye tevgereke azadiyê û destpêka Şoreşa Rojava.Şoreşa Rojava di serî de ji bo gelê Kurd, ji bo hemû kesên ku li rizgarî û azadiyê didgeirn bûye pêvajoya her kes di nav de cih digire. Şoreşa Roajva ku bi pêşengiya Tevgera Azadiya Netewî ya Kurd pêk hatî, bi berdêlên jin, ciwan, Kurd, Ereb, Sûryan, Ermen, Tirkmen û ji hemû derdor û miletan a gelê Rojava bilind bû.''

Bi domdarî hate gotin, ''Emperyalîst û nokerên wan ji ber ku bandora Şoreşa Rojava  ya li ser Rojhilata  Navîn pir baş zanîbûn xwestin ku tarîtiya DAÎŞ'ê berbelav bikin. Di ser DAÎŞ'ê re her cure komkujî, tecawîz û hilweşandin li ser gelan pêk anîn. DAÎŞ bû berdewamkarê polîtîkaya dewleta TC'ê ya faşîst ku li ser gelê Kurd pek dianî. Lê bi berxwedana bêhempa a salan DAÎŞ bi giştî hate qedandin.''

TKP-ML TÎKKO got, ''Derfeta ku li Rojhilata Navîn mirovên ji milet û baweriyên cuda bikaribin bi wekhevî û azadî bijîn bi Şoreşa Rojava pêk hat. Dîsa bi dirûşma ''asta şoreşekê bi tevlêbûna jinê tê pîvan'' jinan berê Şoreşa Rojava diyar kirin û pêşengî jê re kirin.''

Di daxuyaniyê de herî dawî hate gotin ,''Îro ku em salvegera 7'an a şoreşê pîroz dikin, em, şehîdên li Rojava bi bîr tînin, em son dixwin ku xeyalên dagirkeriyê yên TC'ê di mewziyên Rojava de tine bikin.''