Ji Eşîra Til Welda Şêx Remedan Rhal anî ziman ku pravakasyona li Minbicê ti eleqeya xwe bi gelê Minbicê re nîne.
Ji EşîrA Til Welde Şêx Rmedan Rihalê ê li ser provakasyona li Minbicê ji ANF’ê re axivî, xelkê Minbicê yên li hember van provakasyonan rabûn pîroz kir. Şêx Hihal got: “Yên xwe firotin û ketine xefika Mîtê ketine nava hewldanan. Xelkê Minbicê bi hemû hevparên xwe ve nayên van lîstikan, nakevin van xefikan.”
‘MA HÛN ALA TIRKIYE YA HILDAYÎ NABÎNIN?’
Şêx Remedan Rihal bal kişand ser yên li pêşberî pereyan gelê xwe, xak, malbat û hevalên xwe difiroşin, dîsa dibin sedema rijandina xwîna gelê xwe û got: “Me li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir. Xaka xwe azad kir. Gelê Minbicê, gelek bû serî li ber DAÎŞ’ê rakir. Zarokên Minbicê, Tabûra Şemsî Şemal li dijî çeteyan şer kir. Bi dehan şehîd dan. Em hemû deyndarên QSD’ê ne. Niha dixwazin fitenyê bixe nava me. Ji bo yên bûne parçeyek ji vê fitneyê dibêjim; Ma hûn cihên me yên hatin dagirkirin nabînin? Li wir ala Tirkiye hildane, pereyê Sûriye qedexe kirin, nasnameya Tirkiye neçarî dikin. Ma kiriyarên 400 salî yên Osmaniyan li ser van xakan kiriye jibîr kirine?”
‘ŞANSÊ SERKETINÊ YÊ TU KESÊ NÎNE’
Şêx Rihal anî ziman ku QSD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serketinên mezin bi dest xist, rêveberî û hêzên leşkerî û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye bi hev re xwedî destkeftiyên mezin bû û wiha domand: “Proje û destkeftiyên me dijmin û ji bo krîzê li herêmê derbixîne dijminan dişîne herêmê û her cûre fitneyê dikin. Em jî li vir ji bo wan dibêjin; hemû gel bi çanda xwe ve Sûriye yek e. Her ku fitnekarên di nava me de zêde bikin jî, israra berxwedan û bûna me ya yek zêdetir dike. Me tevan şehadet daye pêşiya xwe. Em rê nadin kes yekîtiya me xirabike.
‘EM QET RÊ NADIN’
Şêx Remedan Rihal diyar kir ku projeya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriye parçe nake, ji bo yekîtiyê berhemê têkoşînê ye û got: “Em rê nadin tu kes yekîtî û ewlehiya me bixe nava xeteriyê. Rêveberiya Xweser, QSD û gel li ser van sê lingan hatiye bidestxistin. Li vê herêmê li her malê şervan, fermandar û rêveberek derxistiye. Berdêl daye. Ji bo wê rê nadin tu kes zererê bide keda me. Li ber mirovên bi rûmet ên li ber vê xakê xwîna xwe rijandin û li dijî çete û dagikeriyê şer kirine, ditewînin. Li ser şehîdên xwe em bazarê nakin. Li ser destkeftî, ax û rûmeta xwe bazarê nakin. Divê li Minbicê kes bi siyaseta qirêj neyê xapandin. Hesabê ji yên fitneyê derdixin bixwazin.”