Di bernameya qenala LCP de, ku weke qenala Meclîsta Neteweyî û Senatoyê tê naskirin, dokûmantera bi navê 'Femmes contre DAECH (Şerê jinan ê li dijî DAIŞ'ê), ku ji aliyê rojnamevanê Fransayê Pascale Boûrgaûx ve hatiye amadekirin û qala şervanên YPJ'ê dike, hate nîşandan. Boûrgaûx di heman demê de nivîskarê pirtûka bi navê 'Moî Viyan, Combattante contre DAECH (Ez Viyan -Şervanek li dijî DAIŞ'ê me)' ku li ser şervana YPJ'ê ya bi navê Viyan a di dokûmanterê de jî tê dîtin, hatiye nivîsandin. Pirtûka navborî di sala 2016'an de çap bû.
Di dokûmanterê de, ku di Gulana 2015'an û Mijdara 2015'an de du caran dîmenên wê hatin kişandin û beriya niha hate weşandin, têkoşîna şervanên YPJ'ê yên li başûrê Kobanê li dijî DAIŞ'ê şer dikin û têkoşîna wan a ji bo azadiya jinê tê vegotin.
Di beşa nîqaşê ya bernameya LCP de, tevî Boûrgaûx, ji pisporên Tevgerên Îslamî ya Enstîtuya Têkiliyên Stratejîk û Navneteweyî ya Fransayê (IRIS) Kader Abderrahîm, nivîskarê pirtûka 'Moûrîr poûr Kobanê (Mirina ji bo Kobanê) endamê berê yê artêşa Fransayê Patrıce Franceschî û rojnamevanê Fransayî-Kurd Allan Kaval amade bûn.
'TÊKOŞÎNA WAN BANDOR LI MIN KIR'
Pascale Boûrgaûx bal kişand ser daxwaza têkoşînê ya şervanên jin ên Kurd û bibîr xist, ku li şûna bikevin destê çeteyên DAIŞ'ê dawî li jiyana xwe tînin. Boûrgaûx diyar kir, dema wan di Gulana 2015'an de dîmenê destpêkê dikişand, YPG/YPJ'ê hewl didan başûrê Kobanê ewle bikin, gava wan di Mijdara 2015'an de dîmenê duyemîn dikişand, YPG/YPJ xwe gihandibûn çemê Firatê.
Pascale Boûrgaûx ragihand, şervanên YPJ'ê di dema piştî Kobanê de bi çekên sivik û malzemeyên kêm têkoşîneke girîng meşandin û vê yekê bandor li wî kir.
Boûrgaûx destnîşan kir, şervanên YPJ'ê tevî têkoşîna xwe ya ji bo azadiay Kurdistanê û şerê li dijî DAIŞ'ê, di heman demê de ji bo azadiya jinê jî têdikoşin.
'YEK JI GIRÎNGTIRÎN ŞERÊ DÎROKA KURDAN, LI ROJAVA DIQEWIME'
Rojnamevan Allan Kaval jî işaret bi bandora PKK'ê ya li Rojava kir û anî ziman, girîngiya azadiya jinê ya PKK'ê, di nava gerîlayên YPG/YPJ'ê de jî tê dîtin. Kaval diyar kir, Rojava tevî ku parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ye, yek ji şerê herî girîng ku di dîroka Kurdan de cih girt, lê qewimî.
ABDERRAHÎM: KURD WÊ CIHÊ XWE YÊ DI NAVA HEVSENGIYÊN CUDA YÊN HÊZAN DE BIPARÊZE
Kader Abderrahîm ku bi karê xwe yê li ser Mexrîb û Îslamiyê tê naskirin da xuyakirin, ku Fransa û Brîtanya beriya 100 salan bûn sedema afirandina pirsgirêkên Kurd û Fîlîstînê. Abderrahîm got, çeteyên weke DAIŞ'ê, ji ber ku ev pirsgirêk nehatine çareserkirin derdikevin holê.
Abderrahîm diyar kir, Kurd wê li Rojhilata Navîn a niha parçe bûye, di nava hevsengiyên cuda yên hêzan de cihê xwe biparêze.
'DIVÊ CÎHANA ROJAVA DESTEKÊ BIDE; ÊDÎ VEGERA LI STATUYA BERÊ NEPÊKAN E'
Patrîce Francescî jî diyar kir, şervanên Kurd ne tenê li dijî çeteyên DAIŞ'ê têdikoşin û bal kişand ser armancên têkoşîna azadiya jinê. Francescî got, lazim e welatên rojavayî destekê bidin şervanên Kurd û divê ev destek ne tenê ji bo kontrolkirina Reqayê be.
Francescî destnîşan kir, ku piştî têkçûna çeteyên DAIŞ'ê, desteka welatên rojavayî hebe yan jî tinebe, êdî Kurd li statuya berê venagerin.
Francescî anî ziman, Kurd niha bi DYA, Rûsya, Fransa û hêzên din ên derve re li Rojhilata Navîn gelekî baş dixebite.