Şervanên YPJ'ê: Me ji bo xwe rêya rûmetê hilbijart

Her kes ji bo xwedî li şoreşa mirovahiyê derkevin berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Bi taybetî jî jinên Kurd bi her awayî xwedî li şoreşê derketin. Delal Şahrezor û Edessa Întîkam dibêjin, "Me ji bo xwe rêya rûmetê hilbijart."

Şoreş, di nava xwe de şoreşan diafirîne. Mînaka vê ya herî baş û berbiçav jî mînaka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye.

Delal Şahrezor a ji Başûrê Kurdistanê, hatina xwe ya nava hêzên YPJ’ê bi vî awayî vedibêje: “Gava min hêza YPJ’ê dît û beşdarbûna jinan a nava şer dît, bandorek li ser min jî çêkir. Ji Başûrê Kurdistanê derbasê Rojava bûm. Piştê hatim nava YPJ’ê, naskirina min zêdetir bû. Min dizanî ka YPJ kî ye, li hemberê çi şer dike. Vê zanabûn xwesteka min zêdetir kir. YPJ, ji bo tevahiya jinên cîhanê şer dike û tekoşîna xwe dimeşîne. Di hemû pêngavên ku çete hatin têkbirin û avetin de YPJ bi hêzek mezin, tekoşîn û berxwedaniyek xurt beşdar bûye. Hevalên jin bi îradeyek pola û bi hêviyeke mezin li dijî çeteyên DAÎŞ’ê berxwedan pêşxistin. Mînakên hevalên jin pir in. Weke hevrêya Avesta, bi îradeyeke mezin, bi bîr û baweriyeke ji pola çalakiya fedaî pêk anî. Em şopdarê van rêhevalên xwe ne.” 

'WERIN XWE NAS BIKIN'

“Mirov nava artêşa YPJ’ê de weke jinek xwe nas dike û rastiya xwe dibîne. Weke ku ji derve de dixuyê, tenê çek destê me de, em şer nakin; em li vir hezkirinê jî ava kirin, xwe nas dikin, neyarê xwe nas dikin, civak û welatê xwe nas dikin. Her kes wisa dizane ku YPJ heye û li hember çeteyan şer dike. Em li hember hişmendî û zordariya modernîteya kapîtalîzm a li ser jinê dimeşîne jî şer dikin. Ji bo jiyan û civakeke azad û wekhev di nava tevahî gelan de ava bikin, şer dikin.”

Delal, qala tevlêbûna jinan a nava YPJ’ê bi van gotinan vedibêje: “Tevlêbûna jinan a nava YPJ’ê di asta jor de ye. Lewre dema mirov hezkirin û hevaltiya nava jin hatiye avakirin dibîne, wê demê ji xwe re dibêje xwezî ez zûtir beşdar bibûma. Rêber APO ji bo jinê jiyanek gelek pîroz afirandiye. Em ê heya dawî ji bo jiyana ku Serokatî dixwaze, tekoşînê bikin.”

Delal, di dawiya gotinên xwe de bang li gelê Başûrê Kurdistanê dike û dibêje; “Bangawaziya min ji bo tevahî cîhanê ye, lê bi taybetî jî ji bo gelê Başûr e ku werin YPJ’ê nas bikin, em hezkirineke rast ava bikin. Da ku em welatê xwe û Serokatiya xwe rizgar bikin.”

'JI BO TOLHILDANÊ BEŞDAR BÛM'

Edessa Întikam jî ji Rojhilatê Kurdistanê tevlê YPJ’ê bûye. Ew jî ji bo beşdarbûna xwe ya nava YPJ’ê wiha dibêje; “Şoreşa Rojava li tevahiya cîhanê bandorek mezin çêkir. Bi taybetî jî şoreşa ku jinê pêk anî. Pêşengiya jinê û hêza wê ya di nav şoreşê de bandor li min kir. Felsefa Rêber APO û sekna jinê li ser min bandor kir. Ev şoreşeke wisa ye ku ji her aliyî ve tevlêbûna jinê heye. Ev ji bo min bû çavkaniya hêz û morelê.” 

Edessa bi van gotinan qala rastiya dijmin û şerê ku li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin dike: “Mirov van rastiya bibîne, germahî û serkeftinên şoreşê ji nêzde agahdar bibe nikare li cihê xwe bisekine. Li her derê cîhanê jin pêl bi pêl berê xwe dan YPJ’ê. Min bi xwe jî ji xwe re ev rêya rumetê hilbijart û berê xwe da şoreşê. Ji bo ku ez bikaribim di nav de jiyan bikim, tola xwe û yê tevahî jinan ku tê qetilkirin rakim. Li ser vê bingehê jî tevlî bûm. Birastî jî min nikarî ji zilm û zordariya li ser gel, jin û zarok dihatin kirin, çavê xwe bigirta. YPJ ji bo parastina wan derket. Birastî jî ji bo ku ez bibim xwedî jiyaneke bi rumet, xwedî nasnameya xwe ya jinê û cewherê xwe derxim zanebûnê yekane rê tevlîbûna nava refên YPJ bû. YPJ’ê rêya min ronî kir û ez fêrî her tiştê kirim. Rêya ku ez bikaribim tola xwe hildim, xwe û civaka xwe azad bikim tevlî YPJ’ê bûm.” 

'BI WATEYA JIYANÊ HESIYAM'

Şervana YPJ’ê Edessa bal dikşîne li ser pêşketina xwe ya nava refê YPJ’ê û dibêje; “Qehremantiya li Rojava ji aliyê hevrêyên min tê kirin, hêz didin min û ez ketim ferqa wê ku ez ji bo çi jiyan dikim. Mirov van hemûyan bibîne, bi bihîze û cihê xwe de birûne, bêdeng be û tiştekî neke bêexlaqî ye. Weke jinekê şanz im ku di nav refên YPJ’ê de me. Ev rê Rêber APO nîşanî me da. Fikir û ramanên Rêber APO li ser me bandorek mezin çêkiriye.” 

Edessa wiha dawî li axaftina xwe tîne; “Ez bang li tevahî jinên Rojhilatê Kurdistanê dikim, ji bo ku hûn jiyanek bi rûmet bijîn, yekane rêya vê tevlîbûna nava refên YPJ’ê û şervantiya YPJ’ê ye. Di nava pergala baviksalar de ji bo jinê ji bilî mirinê tiştek nîne. Lewre divê tevahî jinan, lê bi taybetî jî jinên Rojhilatê Kurdistanê berê xwe bidin nav YPJ’ê. Li Rojhilatê Kurdistanê her roj destdirêjî li ser mejiyê jinê tê kirin. Ev rê, rêya rizgarkirina hişmendiya xwe ye.”