Şervanên QSD'ê nêzî Reqayê dibin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê ji bo demeke kin navber dan operasyonên xwe, ji aliyê rojhilat û rojavayê Reqayê ve ji nû ve ketin nava liv û tevgerê.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê ji bo demeke kin navber dan operasyonên xwe, ji aliyê rojhilat û rojavayê Reqayê ve ji nû ve ketin nava liv û tevgerê.
Şervanên QSD'ê ji ber bahoza xîzê, ji bo çend rojan operasyonên xwe dabûn sekinandin. Bi başbûna rewşa hewayê re şervanan ji nû ve dest bi operasyonên xwe kirin.
Şervanên QSD'ê berê xwe dan gundê Hamrat Newsa yê bi 6 kîlometreyan li rojhilatê Reqayê ye. Li vî gundî, di navbera çeteyan û hêzên demokratîk de şerekî dijwar qewimî, ku şer hê jî dewam dike. Heta niha 2 taxên gund ji çeteyan hatine rizgarkirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên li aliyê rojavayê Reqayê ve ketin nava liv û tevgerê, berê xwe dan gundê Serhebiya. Li vê eniyê jî şerekî giran diqewime.
Ji roja Şemiyê û vir ve di şer de herî kêm 13 çete hatin kuştin.