Şervanên QSD’ê: Em ji hemû êrîşan re amade ne

Şervanên QSD’ê yên li Eyn Îsayê li hemberî gefên dewleta Tirk diyar kirin ku wê her dem li ber xwe bidin û heta azadiya hemû herêmên dagirkirî têbikoşin.

Dewleta Tirk a dagirker ev demeke dirêj e ku gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe. Arnanca wê ev e ku împaratoriya Osmaniyan dîsa zindî bikin. Ji ber vê jî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her cure êrîşan dike û dixwaze demografiyê biguherîne. Dewleta Tirk a  a dagirker yek ji armanca wê jî ev e ku gelê Kurd qels bike û wan ji holê rake. 

Artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyan ên ku li wan herêman bi cih dibin, gelek êrîş û zextên dagirker dikin. Di heman çarçoveyê de çeteyên DAÎŞ’ê hewl didin teqînên nû bikin û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî yekîneyên xwe yên veşartî dîsa çalak bikin. Ji bo guherandina demografiya herêmên di bin dagirkeriya dewletaa Tirk de vî tiştî dikin.

Şervanê QSD’ê Yûsif Mehmûd El Ehmed yê ji bajarê Girê Sipî diyar kir ku ew sê sal in li navçeya Eyn Îsayê ye û li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk têdikoşe û got “Dewleta Tirk her dem li Eyn Îsayê dide û gelek caran jî sivîlan ji xwe re dike hedef. Lê em şervanên QSD’ê em ê li hemberî vê dagirkeriyê bin û têkoşîna me didome. Me çawa ku çete ji nav axa xwe derxist em ê dewleta Tirk jî derxînin û axa xwe rizgar bikin. Em ji dewleta Tirk re dibêjin em amade ne, heta ku em axên xwe yên dagirkirî rizgar bikin wê têkoşîna me bidome.”

Şervanê bi navê Fehid Tebqa jî diyar kir wê têkoşîna wan a li hemberî dewleta Tirk bidome û got “Em ê tu carî nehêlin ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî herêmên me bikin. Ev ax, axa me ye û em xwediyê vê axê ye. Ne ji mafê tu dewletê ye ku were ser axa me. Me bi xwîna şehîdan tarîtiya DAÎŞ’ê ji holê rakir û heta azadiya herêmên din wê têkoşîna me bidome.”

Şervanê bi navê Seyid Mihemed Silêmen jî diyar kir di nav QSD’ê de her kes bi reng û zimanê xwe dijî û got” Projeya me Neteweya Demokratîk e û her pêkhate tê de hene. Dewleta Tirk a dagirker ji vê fikrê ditirse û ji ber vê dixwaze fikra me tune bike. Lê em ê li hemberî dagirkeriyê têkoşîna xwe bênavber bidomînin.”

Şervanê bi navê Samir Mihemed jî diyar kir ew ji bo hebûn û rûmeta xwe têkoşin û got “Heta azadiya gelê me, wê têkoşîna me ya li hemberî dewleta Tirk bidome. Em ê têkoşîna xwe xurttir bikin.”

Şervanê bi navê Ehmed El Nezed jî diyar kir wan çawa li ser vê axê tarîtiya DAÎŞ’ê ji holê rakir  wê dewleta Tirk û çeteyên wê jî ji holê rakin û got “Ji bo azadiya tevahî gelan û jiyaneke azad em ê her dem têbikoşin.”