Şervanên QSD’ê bi dehan sivîl rizgar kirin

Li taxa Nehda a Reqayê tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD’ê 45 sivîlên ku çeteyên DAIŞ’ê weke mertal bikar dianîn, rizgar kirin.

Pêngava Rizgarkirina bajarê Reqa ku di 6’ê Hezîranê de hatibû destpêkirin, bi hemû leza xwe didome. Şervanên QSDʹê piraniya bajarê Reqayê ji DAIŞʹê rizgar kirine. Şervanên QSDʹê ku derbeyên giran li çeteyan dixin rojane sivîlên di bajar de asê mane rizgar dikin.

Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê li taxa Nehda ya rojavayê bajarê Reqayê 45 sivîlên ku çeteyan ew wekî mertal di bajar de hiştibûn rizgar kirin. Duh jî şervanan 20 sivîl rizgar kirin.

Şervanan, sivîlên ku hatine  rizgarkirin birin cihên bi ewle.