Şervanên QSD’ê ber bi Reqayê ve pêşve diçin
Embara gendim û gelek gundên ku dikevin rojhilatê Reqayê, ji aliyê şervanên Xezeba Firatê ve hatin rizgarkiri. 2 wesayîtekî bombebarkirî ya çeteyan jî hate rûxandin.
Embara gendim û gelek gundên ku dikevin rojhilatê Reqayê, ji aliyê şervanên Xezeba Firatê ve hatin rizgarkiri. 2 wesayîtekî bombebarkirî ya çeteyan jî hate rûxandin.
Di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de, pêşveçûna şervanên QSD’ê ber bi Reqayê ve didomînin. Şervanan di saetên nîvro de ji aliyê baskê rojhilat ve gundê Bedir û emgara genim a li nêzî gund dorpêç kiribûn û di saetên êvarê de embarên genim rizgar kirin. Şerê li gundê Bedir didomin.
Li derdora embarên genim xebatên paqijkirina mayînên ku çeteyan çandibûn, hatin destpêkirin.
Li baskê ku ji aliyê rojavayê Reqayê ve hatiye destpêkirin jî, di encama şer de, gundê El-Filec hat rizgarkirin.
Li aliyê gundê Esediyê ku dikeve bakurê rojavayê Reqayê jî, çeteyan xwestin bi 2 wesayîtên bombebarkirî, êrîş bikin. Lê şervanan herdu wesayît ji dûr ve teqandin.
Di şer de gelek çete hatin kuştin û rêjeyek çek û cebilxane hatin desteserkirin. Lê ji ber ku şer didomin, agahiyên hê zelaltir nehatin bidestxistin.
Pêşveçûna şervanan berdewam dike.