Pêngava Xezeba Firatê: 3 gundên din hatin rizgarkirin
Li bakur-rojhilat û bakur-rojavayê bajarê Reqa 3 gundên din hat rizgarkirin. Li rojhilatê bajar şer berdewam e.
Li bakur-rojhilat û bakur-rojavayê bajarê Reqa 3 gundên din hat rizgarkirin. Li rojhilatê bajar şer berdewam e.
Qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê, ku ji bo rzgarkirina bakurê Reqayê tê meşandin, dewam dike.
Baskê rojhilat ê hêzên QSD'ê gundê El Bedir ku bi 6 kîlometreyan li rojhilatê Reqayê, di encama şerekî 2 roj û 2 şevan de hate rizgarkirin.
Baskê rojava yê şervanan jî duh sibehê ji bo gundên Endelûs û Mazlûm rizgar bikin ketin nava tevgerê. Di encama şerê giran de herdu gund şevê din hatin rizgarkirin. Di şer de gelek çete hatin kuştin.
Li gundên El-Bedir, Endelûs û Mazlûm şervanên QSD'ê dest bi operasyona lêgerînê kirin. Di encama operasyonan de li gundê El Bedir termê 4 çeteyan tevî 4 çekên kalaşnîkof û 3 rextên întiharî (xwekujî) û miqdarek cebilxane ket destê şervanan.
Li gundên rizgarkirî herwiha gelek mayin, tunel û xendeq ji alî şervanan ve dîtin û hatin bêbandorkirin.
Şervanên ku ji milê rojhilatê Reqa ketibûn tevgerê danê êvarê berê xwe dan gundê Hemrat Xanem. Li ser gulebarana çeteyên DAIŞ li derdora gund şer derket. Şerê ku tevahiya şevê ajot hîn jî li gund û derdorê bi dijwarî dewam dike.